Xalê me Silêman kumê serokatîya ENKS li serê xwe kir

Elî Efrînî

Encumena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê ENKS dîsa serokê xwe guhert û xalê me Silêman Oso kir serokê xwe yê nû. Xuyaye kêfa ENKS pir ji guhertina serokan re tê, hema kengî ji serokekî aciz bû wî diguhere û yekî nû dike serok.

Mesele ne di guhertina serokan de ye ezbenî, di guhertina mejî û siyasetê de ye. Heke mejî heman mejî, hest û siyaset heman tişt bin, ha Xelo bûye serok, ha Celo, tiştek nayê guhertin.

Piştî civîna roja Çarşemê ya encumenê, Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurdistanê Silêman Oso wek Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûrîyê (ENKS) hat hilbijartin.

ENKS, ku gelek partîyên siyasî di nav de cîh digirin (xwedê ji wan razî be, partîyên ku li Rojava hene li seranserê dinyayê tunene), di sala 2011an de li bajarê Qamişlo yê Rojava hat damezrandin û dest bi lotikan kir.

Xalê me Silêman Oso li Rojava di sala 1959an de li gundê Tel Dîkî hatiye dinyayê û silav daye haziran.
Di salên 1970 yî de dest bi karê siyasî kiriye û wek me hemûyan mala xwe pê viritandiye. Sala 1992 û piştî wê gelek caran ji alî dolheramên hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatiye girtin û lêdan xwariye. Sala 2018an bûye Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurdistanê û ketiye nav rêza serokan. Di sala 2019an de bûye endamê Encûmena Serokatîya ENKSê û niha jî bûye Serokê ENKS.

Xalê me Silêman Oso bavê şeş zarokan e û dibêjin nêta wî tuneye bike 7 zarok.

Axir..

Em serokatîya xalê xwe Silêman Oso pîroz dikin, ji wî û malbata wî re saxî û selametîyê dixwazin û hêvî dikin ku wek Serokê ENKS ji bo yekîtî, yekrêzî û ji bo berjewendîya doza Kurd û Kurdistanê kar û xizmetên baş bike.

Efrîn

About The Author