Hediya lê Hedo, xaka Sûrî bernedo

Elî Efrînî

Belê, ka em bên ser mesela federasyona sûrîyê û fêda nok û fasûlîyên hişk.

Xaltîka Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmenên kantonên Sûrîyê, Endama Meclîsa Sîstema Federasyona Demokratîk Hediya Yûsiv, hevpeyînek qerase bi Sputnîkê re kir û çend lotikên demokratîk û ekolojîk avêtin derdorê.

Xaltîka we Hediya Yûsiv, bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwariye û gotiye: „Ez bi serê Şêxê Ereban kim, em nahêlin Sûrîye parçe bibe. Em dinerin ku li gelek deverên cîhanê sîstema federasyonê heye û xelk di vê sîstema federasyonê de bextewar in, karin di nava sînorên welatekî de bi hev re bijîn. Em demokratîkkirina Sûrîyê dixwazin, divê xelkên Sûrîyê jiyanek hevbeş bijî“ filan û fîstan û gelek tiştên din.

Hediye xanimê gotiye ku sîstema federasyonê li Amerîkayê û gelek welatên din jî heye û xelkên wan federasyonan kêfa li ser kêfê dikin.

Ez serê we û xaltîka xwe Hediye neêşînim, hinek xwelîserên me ji bo ku federasyonê bi Kurdên parçeyên din re çênekin û rê nedin yekîtî û yekparîya Kurd û Kurdistanê, ji hezar bîr û avzêman avê tînin û sebeban dibînin. Karin bi Tirk, Ereb û Ecemên qûnreş re federasyonan çêkin, lê nikarin (naxwazin) bi başûrê Kurdistanê re federasyonê pêk bînin.

Çima yabo?

Ma Erebên qûnreş ji Kurdên qûnspî çêtir in baba?

Yan bêhna tir û fisên Ereban bêhna misk û emberê ye?

Efrîn

About The Author