Elî Efrînî
Xanima Lubnanî ya germik û nermik û xweşik û beşik Hasna Matar, lotikek qerase avêt, li ser pêşmerge û qehremanîya pêşmerge stra û klîpek kişand.
Hasna Matar xanim, bi Erebî stranek bi navê „Pêşmerge“ bi dev û lêvên xwe yên şekirî got û pesnê qehremanî û lehengîya pêşmergeyên Kurdistanê da, dilê me xweş û rûyê hinek Kurdên xwelîser û xêrnexwazên Kurdistanê jî reş kir.
Xanima bedew û lihevhatî Hasna Matar, bi şeş telaqên mêrberdanê sûnd xwar û ji sîxurên eşîreta Lotikxanê re got: „Kezebno, ez bi serê xiyar û hêkên nav şeqê we kim, ez Kurdistanê wek welatê xwe yê duyem dibînim, û hêzên pêşmerge jî wek wek hêzên xwe dibînim. Ji ber ku min ev stran li ser pêşmergeyên qunikreş û qehreman gotiye, ez pir kêfxweş û bextewar im“ û kela dilê me û xwe hênik kir.
Ê de ka li bedewa şekirlêvî ya Lubnaî Hasna Matar guhdar bikin bê çi dikeve serê we qurban….

Şivanê baş rizqê guran dibire
Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min