Ji ga û çêlekan dest pê bikin

Piştî hilbijartinên dawî, AKP xwînek mezin winda kir û xwe lewitand. Bi taybet siyaseta wê ya li dijî Kurdan (a bi saya serê MHP û dewleta sererd û binerd)hişt ku Kurd pişta xwe bidin AKP û reîsê dinya û axretê û zikopişto li erdê bikeve. Vê yekê di serê gelek giregir û tarikselatên AKP de şik û pirs çêkir. Yek ji wan jî wekîlê AKP xalê we Mehmet Metîner e.

Mihemedê min û we berê xwe da partîya xwe û got: “ Jina min ji min berdayî be wilo nabe, wilo nameşe. Divê guhertina AK Partîyê ji serî ve dest pê bike, ne ji dawî ve. Bi guhertina çend rêxistinên jêrîn AKP nayê guhrtin. Divê em dev ji guhertina golikan berdin, em ga û çêlekên jor biguherin“ filan û bêvan.

Metîner di parvekirina xwe ya medya civakî de wilo got: „Ez bi serê şêxê Menzîlê bikim, bi tir û fisan tenûr germ nabe. Divê di AK Partîyê de guhertin ji serî de dest pê bike. Yanî, pêşî divê ga û çêlekên giregir bên guhertin. Bêyî guhertina li jor, tu guhertina li jêr nabe derman. Bi guhertina golik û nogonan mesele safî nabe. Heke ev nebe wê xirecira nava partîyê xelas nebe“.

Ez serê we û xalê we Metîner neêşînim, xirecir di nava hemû partîyan de heye. Kurd be yan Tirk be, kîjan partî dibe bela bibe, kî xwe nûjen bike, kî li gor şert û mercên heyî û li gor rastîyê xwe biguherîne wê bi ser bikeve. Ê xwe neguherîne jî wê pê bigire û pûç û winda bibe û hûn sax…

Mêrdîn

About The Author