Tirr di dergevanê Lotikxanê de nema

Van rojan bele li ser belê tên serê lotikvanên me. Nizanim ne çavînî bûne, ne hinekan li ser wan xwendiye û ne jî nanê bê xwê xwarine. Min ji sibê heta êvarî şîret li wan dikir û digot:“Law hay ji xwe hebin qûnekno, van heyaman Lotikxane dîsa bi pêş dikeve û tê ser sêhra berê, hinek we çavînî nekin oxlim“ û dida bin dûvê wan. Lê xuyaye serê wan ji serê Zaza jî hişktir e. Bi ya min nekirin û yeko yeko li erdê dikevin, dibin wek mirîşkên gêj.

Werhasil gelî xwendevanan..

Piştî ku başçawîşê me Pîrkemal ket ber lotikên xezeba berazan, dîreksîyonê Lotikxanê ket destê onbaşî Sofî Xelef û mêrik bi dîreksîyon ve bûye dirdirk û bernade. Bi ellawekîl Sofî Xelef ji generalên Tirkan zêdetir „darbecî“ û „dîktator“ e kuro. Tu dibê qey di heyata xwe de trimbêl û tirektor najotiye, ewqasî ku bi dîreksîyonê Lotikxanê ve zeliqî ye û dibê:“Yan xwe dikujim û yan dîreksîyonê Lotikxanê  bernadim“.

Birastî min nizanîbû ev qûnekê Sofî Xelef ewqasî mirîyê ajotinê ye. Rîhdirêjo ehlîyet û şahda ajotinê jî pê re tune ha, lê xwe dike pîlot û dixwaze Lotikxanê bifirîne. Kuro law Sofî, weyla topa qiyametê li nav lingên te keto, kuro em guneh in kero! Tê Lotikxanê li bin guhê çiya û zinaran xî, tuyê me di newal û koncalan de werkî, çi heqê te li zarokên xelkê heye tu Lotikxanê bê ehlîyet dajo belqityo!

Werhasil, van rojan hay ji xwe û Lotikxanê hebin gelî xwendevanan. Bi ya xaltîka xwe Fatê bikin û Lotikxanê bi hemd û tirs vekin. Gava we Lotikxane vekir, xwe bidin alîyekî go ev pozmezinê Sofî Xelef li we neqelibe ha, eman eman….

Axir, mesela min li ser segê (kûçikê) Lotikxanê bû.

Piştî ku diz û keleş pir bûn û şewba berazan jî ket rojevê, em ji xwe û Lotikxanê tirsiyan. Me go de em segekî bigrin û li devê derîyê Lotikxanê bikin dergevan (bekçî). Belkî hema bi xêra seg kes êrîşî Lotikxanê neke û em di koçka xwe de bisitirin.

Di serî de dergevanê me wek agirê sor bû. Ewte ewta wî di felekan re derdiket û bi ellawekîl mêş û qijnikan jî newêrîbû xwe nêzîkî dergeha Lotikxanê bike. Lê çi bû piştî nexweşîya başçawîşê me bû.

Ez serê we neêşînim û heger êşiya jî ji kanîya nav şeqê min ve, piştî go berazan întîxarwarî êrîşî başçawîşê me Pîrkemal kir û qûş lê qetandin, dergevanê me birêz Kûçikê Terîdirêj hat guhertin. Ewte ewt lê kêm bû, dengê wî hat guhertin û hema bêjin bû wek tajîyekî jihevdeketî. Jar bû, hiliya û ji 120 kîlo daket 65 kîloyan.

Di serî de min texmîn kir go qeşmero bi nexweşîya qûnektîyê ketiye û vîrûsa AÎDSê qûn lê qetandiye.  Lê piştî lêkolîn û şopandinek dûr û dirêj, min tê derxist go kûçik kurê kûçik bûye „alkolîst“ û dest bi vexwarina bîra, şerab, eraq, vîskî û votqa kiriye. Lê li gora lêkolîna min, herî zêde „Votqa Gorbaçov“ segê me tirrek kiriye. Çawa go Gorbaçov tirr ji yekîtîya Rûsya û sosyalîzmê berda û kevir li ser kevir nehişt, Votqa Gorbaçov jî dergevanê me kir wek Rûsên Alkolîst û nîha qûnê.

Axir, niha dergevanê Lotikxanê alkolîst e û hew bi kêrî dergevanîyê tê gelî xwendevanan. Qûneko şûşên bîra û eraqê ji destên wî kêm nabin û her roj li ciyekî bi xwe de dirî, xwe dilewitîne. Yanî, Kûçikê Terîdirêj hew bi kêrî paraztina me tê.

Ji ber vê yekê, em li dergevanekî nuh digerin. Dergevanekî bê mesref, yekî go zêde xwarin û vexwarinê nexwaze û barê qantiran li me neke.

Bela xebera we jê hebe gelî xwendevanan. Heger we segekî ne alkolîst û bi şewba berazan neketibe dît, yekser wî bişînin ber destê xaltîka xwe Fatê.

Ê de haydê, çavên we radimîsim û qûna we dax didim, bay baaayyyyy….

24.11.2009

About The Author