P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Textorê Alman tirr ji Cîhado berda


Nesîmê Torî

Li ser bextê fitne û fesadên Alman û Tirkan be, dibên li bajarê Donauschingenê yekî Tirk bi navê “Cîhad” çûye textorê diranan û xwestiye diranê xwe yê kurmî dagre yan jî bide ki?andin. Lê belê gava textor dîtiye ku navê wî „Cîhad“ e û bêhna terorê ji navê wî tê, lotikek beîman avêtiye yê Tirk û tirr jê berdaye.  

dis doktor

Dibêjin textor beg gotiye: “Cîhad ha! Hûn di welatê me de dijîn, hûn nanê me dixwin, ava me vedixwin û hê jî qîma we nayê hûn bi çavên kafira li me dinerin û hûn dixwazin qetla me helal bikin newilo? De here biqe?ite ji vir, qûndeeeee” û ew ji ciyê xwe qewitandiye.

Birastî meriv tu ti?tekî ji van sofîk mofîkên ku bi navê misilmantîyê li Ewrûpayê dijîn fahm nake lo. Mêrikan ji sosyalê peran distînin ne heram e, bi bac û zikata karkirên Alman zikê xwe dinepixînin ne heram e, bazdidin ser jinên Ewrûpîya ne heram e, lê dîsa jî Ewrûpî di çavên wan de her kafir in û qetla wan helal dihesibînin.

Ê law oxlim, madem hûn bi nan û ava kafiran têr dixwin û zik li xwe dikin me?k, çi î? û karê we li welatê kafiran heye yabo? Ê herin Siûdî Erebistanê yan Sûdan û Somalîya qarda?im, wey! Naaaaa, narin. Çima narin? Ma karin li Sûdan û Somalîya têr go?tê mirî?kan bixwin canim, ma wê sosyala Siûdî û Somalîya peran bide wan? Bi namûs wê dara têxin qûna wan ellawekîl.

06.02.2010

Ev nivîs 379 carî hatiye xwendin


Şirove bike