Divê misilman heqperest bin

Sosyolos û nivîskara rojnameya Tarafê Hîlal Kaplan, di hevpeyvînek xwe de lotikên aqlêselîm avêtin û li heqanîyetê xwedî derket. Hîlal Kaplan, xanimek dîndar e û wer xuyaye alîgira tevgera...

Sosyolos û nivîskara rojnameya Tarafê Hîlal Kaplan, di hevpeyvînek xwe de lotikên aqlêselîm avêtin û li heqanîyetê xwedî derket. Hîlal Kaplan, xanimek dîndar e û wer xuyaye alîgira tevgera „Nûrcî“ yan e. Ango; ?agirta Seîdê Kurdî (Nûrsî) ye.

Di hevpeyvîna bi Nûrettîn Hûyût û Ozkan Erdem re Kaplan dibêje:“ Di pêvajoya rêdana demokratîk de xêra herî mezin ew bû ku dîtin û terefên cuda di derbarê pisa Kurd de dîtinên xwe bi azadî anîn zimên“ û pi?tgirîyê dide pêvajoya rêdana demokratîk.

jilal kaplan

Hîlal Kaplan, di derbarê siyaseta misliman û îslamê de Seîdê Kurdî wek nimûne nî?an dide û dibêje ku „çawa ku mamhoste Seîdê Nûrsî ( çi hikmet be nabêjin Seîdê Kurdî) di rêya heqanetîyê de (pirsa Kurdî jî di nav de) hesabê zilm û zora dewletê nekiriye û heqanetîya îslamê paraztiye, divê ?agirtên mamhoste Seîdê Nûrsî jî bêyî ku ?ik di serê wan de çêbibin, ji bo bidestxistin û damezrandina mafên grûpên civakî yên wek Kurd, Ermenî, Elewî û wekî din tê biko?in“.

Xanim Hîlal Kaplan, di wê bawerîtê de ye ku divê misliman heqperest û heqparêz bin û divê di civakê de ji bo bicîhanîna edalet û heqanîyetê bixebitin.
Hîlal Kaplan, pê?niyaz dike ku ?agirtên Nûr (Nûrcî) însîyatîfa ?opandina mînaka Seîdê Kurdî pêk bînin, helwestek mixalefet a li dijî civaka ku serê wê bi „dewleta abadîn“ hatiye ?û?tin derkevin, nî?an bidin ku xweda ji dewletê mezintir û abadîntir e.

Xanim Kaplan, mînakên xwe? ji mamhoste Seîdê Kurdî tîne û bi dilxemî dibêje ku „mixabin misilmanên Tirkiyê hê negihane wê ast, zanîn û hêza ku li dijî hikûmetên tecawizkarên heqê xelkê derkevin“ û gazindên ji helwesta misilmanên Tirkiyê dike.
 
Hîlal Kaplan, di vê derbarê de ?agirtên Nûr derdixe pê? û dixwaze ku ew bibin „îtaatnekarên sivîl“ û bêhnek taze pê?kê?î civakê bikin û helwesta mamhoste Seîdê Nûrsî wek mînak pê?kê? dike.
 Hîlal Kaplan, di derbarê îslamê û misilmantîya Kurdan de jî zimanekî ?îrîn bi kar tîne û dibê: “Ne tenê ji bo herêmê (Kurdistanê) lê ji bo seranserê Tirkiyê îslam girîngîyek mezin e. Ol (dîn) di vê xakê de rastîya herî berbiçav e. Heger di pêvajoya ?erê navxweyî yê 25 salan û di pê?debirina netewperestîya ji alî dewletê ve qiyamet li serê vê civakê ranebûbe, sedema wê pevgirêdana bratîya îslamê ye. Lê mixabin di pêvajoya rêdana demokratîk de hê jî helwest û dîtinên misilmanên Tirkiyê ne kif? e. Em zanin bê di vê derbarê de helwesta sosyalîst û femînîsyan çiye. Lê mixabin terefên misilman di bin bandora daxwaza desthilatdaran de dimînin û dixwazin îslamê bi îdeêlojîyên neîslamî (wek lîberalîzm-sosyalîzm) temsîl bikin“ û helwesta misilmanên Tirkiyê ?ermezar dike.

 Hîlal Kaplan, li ser rew?a Tirkiyê jî diaxive, bi têkçûna „Tirkayetîyê“ kêfxwe? dibe û dibê:“Li gora min rew?a dawîn a Tirkiyê ev e: Tirkayetî têk çû, bijî Tirkiyeyîbûn“. Li gora min xala hevbe? ev e. Mixabin pi?tî darbeya 12 îlona 1980î, gotina „Senteza Tirk-Îslam“ bandorek mezin li misilmanan kir. Lê bi pêvajoya rêdana demokratîk re di qada „dewlet“ê de jî vê sentezê îflas kir, li pataxê ket. Li gora min yekîtîya me (Kurd û Tirkan) girêdayî sazkarîyek heq û heqanetê ye“.

Hîlal Kaplan xanim, di dawîya hevpeyvîna xwe de çareserî û aramîya Tirkiyê di çareserkirina pirsa Kurd de dibîne û dixwaze ku hikûmet di vê derbarê de gavên bi cesaret bavêje, makzagonek sivîk pêk bîne, serê xwe bi pêkanîna a?tîya bi PKK re bê?îne û PKK jî wek terefek ji yê pêkanîna a?tîyê qebûl bike.

Wek ku Hîlal Kaplan xanim jî tîne zimên, birastî jî hêzên îslamîstên Tirkiyê di derbarê pirsa Kurd de bêxem û sersar in, heta ji wan tê xwe ji çareserîya pirsa Kurd dûr dixin û xizmeta siyaseta artê?a Tirkiyê dikin. Her çiqas rew?enbîr û nivîskarên  mîna Hîlal Kaplan hebin û rastîyan bînin zimên jî, lê piranîya îslamîstên Tirk hîna jî bi îdeolojîya „Senteza Tirk-Îslam“ tev digerin û li ser heq û heqanetîya îslamê name?in.

Çawa ku Hîlal Kaplan xanimê jî anîye zimên, li gora min jî divê misilman „heqperest bin“ û hûn sax…

Stenbol

Beş
Kadîn
3
  • Wezîr Assanî
    17 Februar 2010 at 09:17

    Gelê Kurd! Ma kî ji were gotinê Mehmet pêxembere???? Mehmet pêxemberê sextekare û kunekê erebayê, wî tenê bi jinere rediket, 20 jinên wî hebûne. Ya herî biçûk Ey?e bû 9 salî bû!!! Bi gotinê kurt Mehmet pedofîl e!!! Kî gote kurda ku Mehmet pexembere? Ereban bi ?uren xwe digotin vî derewî!
    Mehmet ?eytanê!!!!!! Mehmet xwinxwere û kure Seytenê!
    Pexember Îsa ye!!!
    Pexember Ocalan ê!!!
    Bimre Mehmet!!! Bimire Îslam a kunek!!!!

  • HPG
    19 Februar 2010 at 17:01

    Wezir Assani, tu cah?e gele Kurdayi. kese ku neyartiya ola gele me bike, em li hember wine. Gava mirin li derê te xist, ev nivis ewe were bira te.

  • BARZAN
    19 Februar 2010 at 19:19

    Azadi quro azadi.belku camer koministi,ya dilemi ji bisilmana §ewitiyi.tu ji ci nezani .ma kurd ne tenè bisilmanin karda§im.yabo cigerim berdi nuha fistik u fistana. bici tirk biQuji.ez bawerim tu ji HPG firar kiriye.ci kare te u internetta heyi?bici nobeta ciya .ez,e te ixbarkim cigerim.

  • Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    Zêdetir

    • Hesab

      Xêrxwaza Dêrikî Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra heke em li xwe werneqilin û neponijin ji vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em...
    • Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye

      Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye, sohbet û şevbuhêrk hemû li ser siyasetê û dîn e. Wê şevê em li malekê mêvan bûn. Ji xêndî me du...
    • Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.!

      Xêrxwaza Dêrikî Ezê qala salên borîn, zilm û zorê, bedel û têkçûyînê nekim, êdî qala peyvên qelew û kilasîk jî nekim. Çimkî ji dîrokê û virde bi hezaran şîret...
    • MAL NÎNE KERXANE YE!

      Cejna Remezanê derbas bû, çavên zarokan li şekir û peran bû. Dest maç kirin şekir û pere berhev kirin. Ev jî rengînîya cejnê ye. Kevneşopîya bav û kalane ku...
    %d Bloggern gefällt das: