Êdî bes e, ez jinek gundî dixwazim!

Ev segbavên Ewrupîyan mexloqine ecêb in. Mêr qûna zarokên xwe di?on, xwarinê çêdikin, hundurû paqij dikin,firaxan, cilan di?on filan û fîstan. Werhasil, mêr hem karê jinan dikin, hem ê mêran. Lao xwedê sebrê bide wan pepûkan û hew.
Ê ez ji li Ewrûpa me ha tirroooo ,min jî nesibê xwe ji wan girtiye haaaaa! Car carna min firax di?û?tin.Ger mêvan hebana, dilê min pê di?ewitî, wê jî digot:“ Tu xwe li ber dilê mêvanan ?êrîn dikî ne“ û tepsik ji destê min derdixistin û nedihi?t ku ez wan bi?om. Lê min nizanîbu ez jina xwe li xwe dikim agir ellawekîl.

komik zilam
Parlemant, karker, memûr, sekretêr, walî, qeymakam, serokê beledîyê, xwendevanên unwersît, zarokên ku diçin bexçê zarokan, tev nanê xwe dixin tûrikê xwe û bi xwe re dibin. Parlemantên Ewrûpîyan ne weke parlemantên kakacanênme ne ha. Ew karê jinan jî dikin.
Werhasil, em bên ser mesela jinanînê.

Ez her roj diçim kar. Car carna sibehê, carna jî karê min êvarê ye. Ê helbet ez jî wek piranîya serre?ên biyanî zikatê nadim. Yanî, bi zimanê ku hûn fahm bikin, ez RE? û bi qaçaxî kar dikim cîgerlerim.

Doh ez piçekî zû çûm kar. Ez jî ji bo ku li Pizza nan nexwim, min ji jina xwe re got:“Xwarin heye ez bixim turikê xwe xanim?“

Got „belê“ û çû mutfaxê. Xwarina roja berê mabû, xiste tûrikê min û tûrikê min da min.Turikek dîtir jî da min. Ez ecêbmayî mam û min di dilê xwe de got:“Aha, bi ?êx Evdilqadirê Geylanî ew dilê min digre, eriiiiiiiiiiirk ev çi bû!“

Çi di wî tûrikê duyem de hebe ba? e hûn zanin gelî xwendevanan?

Nanê çûkan!

Nanê çûkan kuro!?

Xanimê fikirîye ku ezê li ser rêya xwe wî nanî bidim çûkan û xêrekê bi dê û bavê xwe bikim. Yanî ewqas jî nabe haaaa, law ma ez ê nanê çûka me babam? Aha Ewrûpayê ev anîye serê me qurban, em bûne ?ivan û parêzerên çûkan jî kuro, pekkkkk li vê lotika kesanedî!

Berê li welêt fî?ekên zêde dixistin tûrikên me da ku em li berberî le?kerên Tirko nekevin tengasîyê. Û li Ewrûpayê jî jinên me nanê çûkan dixin tûrikên me, „çîk çîk çîk, çûkino ma min firavîna we anî“. Heheyyyy, welle yabo me kir tirr!

Danîmarka

About The Author