Kurmanji Must Live!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 3

 

mesudRêzdar serok Mesûd Barzanî
Rêzdar serokwezîr Berhem Salih

Di sedsala borî de, dagîrkerên welatê me, Kurdistanê, dirindane hewil daye çande û nasnameya kurdî bi rêya qedexekirina zimanê kurdî di sîstema perwerdeyê, tevgera civakî û siyasî û medyayê de bihelîne. Mixabin, siyaseteka weha îro li Kurdistana Îraqê – di nav hinek navendên kurdî de – hatiye peyda kirin ji bo sepandina zaravayê soranî li ser qesekerên kurmanc û qesekerên zaravayên din.

Bi dirêjiya salan, kurd tû?î înkarkirin û zordariyê bûne. Bikaranîna zimanê kurdî di perwerdeyê de – ji bilî Îraqê – bi dehan salan qedexekirî bû. Îro, ji parçeyên Kurdistanê bi tenê di Kurdistana Îraqê de xwendekar bi kurdî dixwînin û bi tenê ew herêm e ya ku kurd lê hukimî li xwe dikin.

Di nîsana 2008-ê de, 53 kesên ku xwe bi rew?enbîr nav kiribû daxwaznameyek derxist ji bo pi?tgirîkirina sepandina soraniyê wek alavê sîstema perwerdeyê û qedexekirina kurmanciyê. Wezîrê perwerdeyê yê berê Dr. Dil?ad Ebdulrehmanî wek pi?tgirî bo wê hizirê hewil da vê siyaseta xwetêkbirinê bi cih bike; lê, hewila qedexekirina kurmanciyê rastî minaqe?eyên dijwar hat û rew?enbîr û akademîsyenên deverên kurmancîaxêv bi hêz li dij rawestan.

Li gel vê yekê jî, pîlangêr li ser qedexekirina kurmanciyê di sîstema perwerdeyê de bi îsrar bûn. Ji bo domkirina pîlanê û sepandina soraniyê wek zimanê resmî yê yekane, Akademiya zimanê kurdî, bi serokatiya Dr. ?efîq Qezazî, konferensek di dawiya çileya (decembera) 2009-ê de li Hewlêrê saz kir. Niyetên xerab yên konferensgêrê xweya bûn dema ew yek a?kira bû ku nameya rastî ya ronakbîr û nivîskarekê kurd yê navdar, Emîr Hesenpûrî, di konferenesê de nehat xwandin.

Ji ber aloziyên siyasî yên li pê?berî kurdan, bicihkirina siyaseteka weha dê encamên zeredar derxe. Ew dikare neteweya me hê parçe bike û rew?eka bêbaweriyê di nav xelkê Kurdistanê de peyda bike.

Em ji dil bawer dikin ku çareya ba?tirîn ji bo pirsgirêka zimanê kurdî ew e ku herêm di hilbijartina navgîna perwerdeyê de azad bin.

Em daxwaza xwe digehînin we ku hûn ji ber van sedemên li jêr midaxeleyê di vê meseleyê de bikin:

1. Azadiya hilbijartinê: Hikûmeta herêma Kurdistanê sîstemeka siyasî ya demokratîk e; lewre û li gor bingehên demokratîk, mafê xelkê heye ku zaravayê xwe wek zaravayê perwerdeyê di herêma xwe de bi kar bînin.

2. Li gor hejmareka mezin ya lêkolînên zanistî, perwerdekirina xwendekaran bi zaravayê wan yê eslî astê têgehi?tin û te?wîqbûna wan di perwerdeyê de bilind dike.

3. Îro, wîlayeta Dihokê devera yekane ye ku tê de zaravayê di berê de li ber xeterê, kurmancî, bi serbestî dijî û têt bi kar anîn.

4. Kurmancî zaravayê 40% kurdên Îraqê ye û herweha zaravayê zêdetirî 75% kurdên Kurdistana mezin e û zaravayê yekane ye ku li hemû parçeyên Kurdistanê têt bi kar anîn.

Bê guman, her zaravayek bi awayên xwe yên devkî û nivîskî ji bo dîroka me pencereyek e. Her pendek, helbestek, çîrokek û stiranek delîlekî ji pê?erojê (rojên borî) dide me. Ji bo parastina dîrok û çandeya kurdî, pêdvî ye nif?ê nû yê xwendekaran bi van zaravayan bên perwerde kirin.

Li gelek welatên demokratîk de, ji zimanekî yan zaravayekî zêdetir di astê wîlayetê yan dewletê de hatine qebûl kirin. Bo nimûne, Swîsra, ya ku bi qasî Kurdistana Îraqê ye, xwediya çar zimanên resmî ye: elmanî, frensî, îtalî û romanî. Li Hindistanê 26 zimanên resmî hene û her wîlayetek dikare biryarê li ser zimanê xwe yan zaravayê xwe yê resmî bide. Ne destûra Hindistanê ne jî hîç qanûneka hindî hîç zimanê resmî destnî?an nake.

Em ji dil bawer dikin ku çareya ba?tirîn ji bo pirsgirêka zimanê kurdî ew e ku herêm di hilbijartina navgîna perwerdeyê de azad bin. Herweha, divê zaravayên herêman wek kursên taybetî yên zimanê kurdî (kurmancî û soranî) di çarçoveya madeyên dersê de bên xwandin. Li deverên ku soranî lê têt xwandin, divê dersên bijartî yên kurmancî bên dan. Bi heman awayî, divê xwandin li deverên kurmancîavêvan bi zimanê wan yê dayikê kurmancî be û divê ?agird dersên bijartî yên soranî werbigirin. Ev siyaset dê alîkariya nif?ê nû yê kurdan bike ku ew bi hêsanî, xwediyê kîjan zaravayî bin, bi hevûdu re bidin û bistînin û astengên ku di nav gelê me de hene nehêle û wan nêzîkî hev bike bona ku ew ba?tir di hevûdu bigehin û rêyê li ber çêkirina zimanekê kurdî yê yekgirtî xwe? dike.

Li gel rêz û hurmetê

>>>>>

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

3 Comments Already

  1. Yaw cîgerim Lotikxane’nîn mezlum evletlerî, ma aniha ew gotara bu kîjan shorba nîskê hi? Ê de hun nabêjin, me kurmancî hal kir, înglîzî mabu qerdashim, weyyy.

  2. wezire assani Quro lavo tu ne sorani.kurmanc u soran ji yek netevi. tuuuuu te u 7 bave te cha§iko. ya tu cha§ike hinaka ne bi biti? ez,e derinim. tu ravesti.

  3. Ez bawerim tu §a§ikiyi.tu nazani ci dibeji.tu dij,sora,kurmanc,kurdiyatiyi.geh li dij islami,geh bi peyva araba di peywi.bo ci biji erebistan ?bila biji kurd u kurdistan.li Qu Qunek niye? te go tuuuu.mi ji go tuuuu.kurdi ne qedegeyi.bes ne fermiye.ezi bi te mi.ewf cevti u §a§i. ez kurmancim bes ne dij brayè xwu sora mi.min bi bax§i, ji te uzrè xwu da xwuazim.cavan te mac dikim.bi slava kurdevari.xwu u xwuda xafiz

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

%d bloggers like this: