P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

ÇI MI?KILÊN MIN NÎNIN


Xalidê Hekarî

Li ser bextê qerf û henekçîyên Cûlemêrgê be, tê gotin ku ji ber arê?e, bêbextî, dijminahî û genge?îyên di nava olan de, Mûsa, Îsa, Mihemed Pêxember û Melekê Tawiz diçin nîk (cem) xwedê gilî û gazindên xwe dikin.

Xwedê hebo-hebo arê?eyên wan dipirse û ew jî bersivê didin.

Mûsa pêxember dibê: ” Ev Fileh,  Misilman û Êzîdî umeta min ji bo xwe kirine dijmin. Qira umeta min anîne, yên jê filitî jî bûne ?ûjin û ketine çavên wan! Di dinyayê de çi ti?tên xirab biqewime umeta min pê tawanbar dikin. Umeta min di vê dinya

agac-adam

hinde mezin de, kuncikek biçûk ji bo xwe zeft kirine. Lê li vir jî rehetîyê nadin umeta min. Rica min ji te ew e tu tembîyekê li wan bikî da ku umeta min bes aciz bikin”.

Îsa pêxember dibêje: “Ev Cihû, Misilman û e?îra Melekil Tawiz bûne dîn û dijminê

umeta min. Çi ?er û fesadîyên di dinyayê de çêbibin, umeta min pê gunehkar dikin, umeta min li ber çavên xwe re? kirine . Ez tika dikim ku tu vê dijminahîya umeta min ji dil û mejîyê wan derxî”.

Mihemed pêxember dibê: ” Van Cihû û Xiristîyanan umeta min perçe kirine. Li her bajarekî ?êxek kirine serokê dewletekê . Ew bûne av û agir û ketine pêsîra umeta min, umeta min kirine dijminê hev. Her roj di nav umeta min de ?er û pevçûn e û hev dikujin. Ew jî bes naket, îcar ew jî umeta min dikujin. Ew petrola ku te daye me, piranîya wê jibo xwe dibin. Hîvîdikim ku tu rehmê bêxî dilê wan ku bes umeta min hevdu bidin ku?tin û tu avekê bi vî agirê di nav umeta min de dakî û vî ?erî bitefînî”.

Xwedê ji Melekil Tawiz dipise: “Van mi?kilên xwe gotin. Ka tu bêje mi?kila te çîye?”

Melekil Tawiz dibêje: ” Tu mi?kûla wan çareser bike, min çi mi?kile nînin……”

Ev nivîs 403 carî hatiye xwendin


Şirove bike