P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Reng û tenduristîya ruh


Dr.Mihyedîn

Dibêjin reng û bandora rengan di tenduristîya ruhê meriv de rol û bandorek mezin dilîzin. Li gora ku pisporan lê kolaye û derxistie holê, rengê ruh û hissîyeta merivan jî heye.

Pispor û zanyarên psîkolojî û tenduristîya merivan, derxistiye holê ku lesên saxlem û zînde rengên germ û zînde hildibijêrin û kesên ku di bohranê de ne rengên sar û çilmisî hildibijêrin.r  uh

 

Li gora ku rojnama Îtalî ya La Repubblîka radigihîne, zanyarên Zanîngeha Manchesterê lêkolînek li ser 105 kesên saxlem û 108 kesên ku di deprasyon û bohranê de ne kirine. Tabloya rengan danîne ber wan û ji wan hatiye xwestin ku ji “ rengên sor, pirteqalî,?în, ?îrikî,mor, qehweyî, re?, spî û arî“ rengên li gora ruhîyeta xwe hilbijêrin.

Di encamê de e?kere bûye ku kesên saxlem bi zêdeyî rengên zere û kesên di deprasyonê de jî rengên arî û çilmisî hilbijartine.

Di be?ê duyem de ji wan kesan hatiye xwestin ku rengên pozîtîf (erênî) û rengên negatîf (neyînî) hilbijêrin. E?kere bûye ku kesên saxlem rengên pozîtîf, germ û zînde hilbijartine û kesên nexwe? jî rengên sar û negatîf hilbijartine.

Werhasilî kelam, kesên saxlem rengên germik û nermik û kesên nexwe? jî rengên sarik û marik hildibijêrin gelî xwendevanan. Lê ez nizanim ew kesên ku nîv saxlem û nîv nexwe? in kîjan rengan hildibijêrin. Xuyaye pisporan serê xwe bi vî be?î re neê?andiye.

Îcar hûn kîjan rengan hildibijêrin cîgerlerim? Meselen ez ji rengê sor hez dikim. Sor xwîna meriv dikelîne, meriv wek golikê nav garanê dîn û har dike û agir ji pozê meriv dipijiqîne.

Hûn bi kîjan rengan dîn û har dibin ka hûn nabêjin?

Ev nivîs 518 carî hatiye xwendin


Şirove bike