Çû xwe helal kir û vegeriya

J?na bi sed jinî, delala ber dilê xiyar û tirozîyên Stenbolê, bernameçêkera boyaxkirî xanim Seda Sayan, pi?tî ku mêrê xwe yê ?e?an jî berda, berê xwe da Mekke û Medînê û çû umreyê, bi saxû selametî dîsa vegeriya Stenbolê.

Hûn zanin lo, ev jinên sosyeteyên Tirkiyê û bi taybet jî ev dêlegurên ku bi navê huner û hunermendîyê namûs kirine pênc qirû?ên xerabe, ji zinêkarîyê re dibêjin “a?q” û her mehê ziyarekî nuh diqe?êrin, bûne wek çêlekên nav garanê û ha ha gon dixwin. Îcar pi?tî ku ji mêrekî têr dibin, pi?tî hevberdanê yekser berê xwe didin Mekke û Medînê û serdana umreyê dikin, qa?o gunehên xwe dadiwe?înin û xwe helal dikin.

seda umre

Axir, xaltîka me Seda Sayan xanim jî pi?tî berdana mêrê ?e?emîn, çû umreyê û vegeriya.

Li ser bextê fitne û zinêkarên bajarê Stenbolê be, hinek dibêjin:”Bi sê telaqan Seda xanim çûye xwe bi ava zemzem bi?o”. Hinek dibêjin:”Ê de wêde here oxlim, law ma ava zemzem têra ?û?tin û helalbûna nav ?eqê wan dike babam, kanî be jî wê biçike”. Hinek jî dibêjin:”Na cîgerim na, bi ellawekîl diçin umreyê dua dikin ji bo qismetê wan firehtir bibe û mêrê heftan, he?tan û nehan jî peyde bikin” filan û fîstan.

Ez serê we bê?înim û neê?înim, çûma umreyê di nav sosyete û çiryayên Tirk de bûye mode, here umre, were umre.

Yaw sedî sed ev ti?tek di çûna wan a umreyê de heye lê çi ye nizanim.

Ka gelo hûn texmîn dikin kezebno?

Beyoglî / Stenbol

About The Author