Rûmeta gelê Kurd Roj tv

Belcîka, Fernesa û îtaliya jî sinfoniya bêrûmetiyê di geliyê guran de xwendin.

xebat sakiroYa girîng ne ewe ku roj tv hat talan kirin, lê ya girîng ewe ku kurdan nehi?t ku roj tv bîst û çar sihheta tenê jî were girtin,  me tevan dît ku hîn polis li wir bûn we?ana zindî dihat kirin.

Wan qehremana nedgotin sare yan jî zore bi vîneke mezin li ber xwedan heya ku polis ji wir qewitandin, gava ku ev bin xebarkarên roj tv kes nikare roja me tarî bike û me ji gotina azad dur bike, bera dilê me di cî de be û behweriya me bi hevalên me xurt be.

roj tv

Ha evin Kurdên hemdem!

Ha evin Kurdên azad!

Ha evin neviyên destanan!

Ha evin xwediyên vîna azad!

Em tev dizanin ku têkçûn, girî û bêçaretî di pirtûka Tevgera azadiya gelê Kurd nîne ji ber di dibistana wê de em hînî serkeftinên mezin bûne.

Gelo hin dikarin vîna azad bi?kînin

gotina azad bifetisînin

bejna azadiyê bitewînin û me?a ber bi rastiyê ve bisekinînin?

Ger em kurd kurdên berî bîst û sih salî bûne dibe min bigote erê

lê hevqas berxwedan û bedelên azadiyê kîjan miletî mîna Kurdan daye heya ku em têkbiçin?

Belcîka, Îtaliya û Ferensa û dipeyre jî Almanya terqîn û yasîneke nûjen li ser dadmendiya xwe xwendin, ma gelo ew nizanin ku hêdî ew nikarin kurdan ber bi têkçûnê ve bajon

Gelo ev komar dizanin bê kurd çend cara hatine ?êlandin?

Çend gundên wan hatine rûxandin?

Çend partiyên wan hatine girtin?

Çend siyasetmedarên wan hatine girtin?

Çend telfizyon û rojnamên wan hatine girtin?

Çend rêberên wan hatine bidar vekirin û çend melyon mirov ji wan hatine tertûbelakirin?

Lê tucara jî Kurdan ji bêxîretî û bindestiyê re negotine erê û serî li ber  zilim û zorê netewandine.

Gava ku serok Apo karibe 11 sala bi tena sere xwe li berxwe bide û ji berê bi hêztir bibe

Gava gêrila karibe 25 sala li hember nato teko?înê bide û bêhêztir bibe

Gava Med û medya tv bibin Roj û tîrêjên xwe bide her derê bêgoman roj tv wê ji vê êrî?a bêbext jî xurtir derkeve  û bêhtir bibe dengê gel û dengê peyva azad.

Ev zarokên berxwedanê ne û ?agirtiyên rêber Apo û berxwedana mezlûm û Xeyrîne têkçûnan nasnakin.

Em bi rêkxistin bûnê dikarin bibin bersiva van êrîsa û ji berê xurtir ji vê komployê derkevin

Rêkxistibûn di vê demê de ji herdemî bêhtir girînge û bersiva herî raste.

Ji nexwe?xaneya Oldenburg hezar silav bo dengên azad

Hezar silav bo xebatkarên roj tv

Hezar silav bo berxwedana gelê me

Û hezar û hezar silav bo wan qehremanên ku sînga xwe ji êrî?a polîsan re vekirin.

Dibe ku ez dinav textê ê?an debim lê bi giyana xwe û bi dilê xwe ez dinav we debûm û bi were diqîriyam, bi were dê?iyam,bi were ?ildibûm û bi were gerim dibûm.

Xebat ?akir

09.03.2010 Almanya

xebatchaker@hotmail.com

——————————–

Nivîskar ji nivîsên xwe berpirsiyar in. Wek me berê jî gotibû, bi ?ertê ku dijminatîya kesayet, dem, dezgeh û nirxên Kurdistanî neyê kirin, emê rê bidin nivîsên hemi Kurdan. Dîtin û ramana wan çi dibe bela bibe, Kurd û Kurdistanîbûn xeta me ya sor e.

Rêz û silav

Lotikxane

About The Author