P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

NEVÎYA ZERDÛ?T


Bavê Ronahî

Li Palo gundê Mîrehmed jinikek li ser bênderê genimê xwe dide hev. Ji ni?ka ve baranek dibare û tofan û lêmi?tî  radibe. Genimê jinika feqîr tev li baran û lêmi?tîyê dibe, diçe û her diçe.

Jinik diqehire û destê xwe li ber esmanan radike û dihejîne. Bi dengek bilind dike qêrîn û ji xwedê re îsyan dike û dibêje: “ Ma tu ?erm û eyb nakî? Ma dilê te qet na?ewite? Ma tu korî û nabînî ? Çima tu risqê feqîran jê distînî? Ma em feqîr jî ne ebdê te ne? Tu xezeba xwe li ser me de dibarînî, ma tu jî hevalê zordaran î? Raste, raste tu hevalê wan î. Heke tu ne hevalê wan î, tu çima risqê me ji me distînî?” û gilîyê xwe dike.

zerdusluk

 Jinên gund jî van gotinan dibihîzin. Lewre jî dibêjin: “ Ew kafir e” û pê re xeber nadin, heqaretan li jinikê dikin, êrî?an dibin mala wê, nahêlin zarokên wan bi zarokên jinikê re heber din û bilîzin. Bi serde jî zarokên gund li zarokên wê dixin û dibêjinê:

”Dêya te kafir e”. Ji ber van sedeman jinik ji qehran dibeece û dimire.

 Pi?tî çend mehan ?êx Mêhdîyê brayê ?êx Seîdê kal, vê bûyerê dibihîze û diçe  gundê Mîrehmed. Lêpirsînan dike ka ev mesele qewimîye yan ne. Bûyer rast derdikeve. ?êx Mêhdî ji wan re dibêje: “ Ka qebra wê xatûnê li kîderê ye, nî?anî min bidin da ku ez fatîhakê li ser bixwînim”.

 Jinên gund dibên: “ Çawa dibe ?êxê min! Em qurban, ne ew jinik kafir e, li henber xwedê îsyan kiriye. Ma fatîhe li ser wê tên xwendin, ew cehnemî ye, cehnemîîîîî!”

 Welhasil, ?êx Mêhdî diçe ser qebra wê û gundî jî didin pey wî û diçin qebristanê.

?êx Mêhdî fatîhakê dixwîne û ji gundîyan re dibêje: “ EW NEVÎYA ZERDÛ?T” e. Neheqîyê qebûl nake, li henber neheqîyê serî hildaye. Heqê xwe xwestîye. Heke we jî heqê xwe xwestiba, li henber neheqîyan nerazîbûna xwe nî?an daba, hûnê neketibana van halan”.

Ev serpêhatî di roja Newrozê de kek Îrfan Aydin ji min re got. Wî berê bi zaravayê Dimilî di kovara VATE de we?andibû. Lê ji ber ku wî  bi zazmanckî got ( Kurmancîya bi aksenta Zazakî) min evqas jê fahm kir. 

Îcar hûn jî wek nevîya Zerdû?t neheqîyê qebûl nekin Kurdino. Heger hûn neheqîyan qebûl bikin û bêdeng bimînin, bizanibin ku wê kalê we her halê helawfiro?an be û hûn sax….

Ev nivîs 707 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “NEVÎYA ZERDÛ?T”

  1. bixwedê mamoste hemd û ?ukur ji xwedê re em kurd ebed ne wisa ne . dereca ko em doza mafê xwe nakin jibo ko em ê dora xwe adiz nekin … ma te çi divê ji wisa bêtir .

Şirove bike