KURD Û NEWROZ

NEWROZA  WE  PîROZ  BE

Vaye îsal jî cejna me ya netewî Newroz car bi xwe?î û car bi nexwe?î hat. Lê gelo em Kurd di derbarê pîrozkirinên Newrozên kevin yên demên Zerdû?tî û Medan de çiqas agahdar in?

Ezê îro behsa sifra Newrozê û  agirê newrozê bikim û bi qasî ku dizanim we agahdar bikim. Agirê Newrozê di êvara 20ê Adarê de tê pêxistin. Ligor adetên kevnar hewceye mirov  sê rojan berê pê?ewazîya Newrozê bike û li mala xwe findan (mûman) pêxe. Êvara 20ê Adarê agirê Newrozê tê pêxistin, sefran û ember li agir tê re?andin. Herweha pî?tî qedandina agirê Newrozê, sifra Newrozê di malan de dihat danîn. (niha jî Kurdên rojhilat yê Hewremanî wê sifreyê datînin).

Berî Newrozê bi çend hefteyan, genim di nava vazoyan de diçînin. Di roja sifra Newrozê de hinek ji wî çîl ê genimê kesk dikutin û xwarinekê jê çêdikin. Yê din jî hema wisan bi vazoyê ve datînin niveka sifra (wateya wê berket e) Newroz ê. Li ser sifra Newrozê hemû cûreyên fêqîyên heyî, go?t, birinc û qedehek ?eraba sor (ji bo kêfxwe?îyê), çend serîyên sîr, (bi wateya tenduristîyê) findên pêxistî, (bi wateya ronahîyê), masîyên rengîn yên bi ruh di nava vazoyek cam de li ser sifrê amade dibin (bi wateya jîyanek xwe?).

Mezinê malê li ser sifrê di derheqa Newrozê de hinek gotinên xwe? yên jibo Newrozê ji malbatê re dibêje. Bi hêvîya salek xwe? behtewarîyê ji malbatê re dixwaze. Pêre qedeha ?eraba xwe vedixwe (her çend di nav Kurdên sunne de pi?tî hatina îslamê rabibe jî, lê li ba yên Elewî û Zerdû?tî didome) û hebo hebo Newroza hev pîroz dikin.

Heta dema razanê kêfa xwe dikin.

Roja 21ê Adarê diçin derva Newroza xwe bi ge?t û seyran, govend û dîlanan pîroz dikin. Pa?ê jin, keçên xama û zaro genim dikin nava destên xwe û diçin nav zevîyan wî genimî li ser serê xwe digerînin û ji ser serê xwe li zevîyan dire?înin.

Hêvîdarim wê Kurdên me hêdî hêdî vî awayê pîrozkirina Newrozê cih bi cih bikin, naveroka Newrozê dagirin û nirxê wê bilintir bikin.

Bi vê wesîlê Newroza hemû Kurdistanîyan bi dil û can pîroz dikim û hêvîdarim wê Newroza îsal di nav Kurdistanîyan de bibe sedema rojên xwe?î û ge?îyê.

About The Author

6 thoughts on “KURD Û NEWROZ

  1. Newroz u tirkî?! Newroz u tirkîperestî?! Ma milletê kurd jibo van kurdên bêbav xwe dan kushtin?! Ma jibo ku van zirzopana di newrozan da tirkchîtiya xwe bashtir bi serê milletê kurd da mix bikin, xwe kirin qurban?! Welle ev tam laneteke bê sînor e ku li her derê jî siyasetmedarên qeshmer u rezîl tirkî ji devên xwe yên gemarbuyî dur nexistin! Aha ji we ra sharlatanên me kurdan yên cerdevan! Cerdevanên pir siyasî!!! Hey tifuuuuu li we bêbextên ehmeq be oxlim!!!!!

  2. Yabo vezirè kurdistan mir Assani Newroza tè u derdora te piroz bit.yabo sond u qesem li ser doxina sofi xelef.tu §unva biziviri edi hev bexsa qunekè Amediya dikim.bila bo Amediya piroz bit.qexpiken lotikxane ki bila bo baven minè rexmeti xelal bit.ma tu ne kurdi? ya tu pismame erebekan,kamyonekani?tu bihisti Teyyarè kir xar disa zevac kiriyè.Vezzirrrrooooooooooooooo.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.