DEMA TEREZ BARÎ YA!

Sînoyê bi henek û tinazên xwe, bi ken û ?ahiyên xwe, bû bû gula gundê Xozberiyê. Him ew mêrxwasekî tam û him jî henekçiyekî delal bû. Wî tim hay ji gotinên xwe hebû ku ew ê li ku çi bêje. Lewra jî him bi henekên xwe û him jî bi gotinên xwe wî xwe li gund dabû qebûlkirinê.  Ew jî weke hemû gundiyan, her êvar li oda gund bû. Êvaran dema oda gund digeriya û kesan li wir behsa hin kiryar û bûyerên xwe yên le?keriyê dikirin. Behsa ku wan çawa le?kerî kirine, çawa lêdan û î?kence didîtin, dikirin. Kesên ku bi Tirkî nizanîbûn, gelek zehmetiyên mezin didîtin. Loma ?evbihurikên wan gelek caran li ser demên le?keriya wan derbas dibû. Her weha gundî fêr bû bûn ku carna bi wan serpêhatiyan dikeniyan û carna jî ji ber wê zulma le?kerên romê keser dik?andin.

Lê çi dema behsa le?keriyê dihat kirin. Hema yekî gotin ji devê ê din digirt û qala le?keriya xwe dikirin. Êvarekê dîsa ode gund geriya bû. Cihê rûni?tinê têde nama bû. Gundiyan him çayên xwe vedixwarin û him jî gotin digerandin. Wê ?evê weke gelek ?evên bihurî, gundiyan behsa le?keriyên xwe dikirin. Bi gerandina gotinan li ser le?keriyê, hema yek car bûyereke le?keriya Sîno jî hate bîra wî. Berê di berxwe de mizmizî lê vê mizandina wî bala gelekan neki?andibû. Pi?tî ku xalê ?êx Evdo axaftina xwe qedand, hema Sîno yek ser xwe hinekî berbi pê?de da  û got:

-Ka hela, hinekî rawestin! Ez jî î?ev weke bi çûkekî we serpêhatiyeke xwe ya le?keriyê bêjim. Heger bi destûra we be! Her çîqasî dengê nerazîbûnê bi hin gundiyan ket jî lê dîsa piraniyan wan bi serî hejandin in xwe, weke bêjin: belê dor dora te ye.

Loma rîsîpiyakî li Sîno nerî û got:

-De ka bêje! Tu î?ev napeyîvî ye. Ka em binêrên bê  çi hat bîra te ku te jî çekala xwe avêt nava çekalên cemaatê?

-Bî xwedê dema we behsa mêranî canfîdayî ya le?kerên romê kir, Serbazekî min yê leþkeriyê hate bîra min. Çîroka wî gelekî xweþ e. Her weha mirov bi saya wî tê digihêje ku Serbazê Tirkan çiqasî mêrxas in!

Kesekî din bi meraqdarî got:

-De ka zêde dirêj nek Sîno! dest pê bike û bêje!

-Ma ne hûn mirov rehet bernadin ku me re jî bi rehet bêje yabo. Û Sîno yê me dest pêkir.

– Weke hûn dizanên di dema min de le?kerî 24 meh bûn. Hê 11 mehên min li le?keriyê qediya bûn. Ji îzna min re mehek mabû ku ez ê li welatê xwe vegeriyama, biçûma dîtina dê û  bavê xwe…

Di vê navberêde Bedrano xwe negirt û got:

– Ji bona xatirê xwedê Sîno, zêde dirêj neke û ka wê mesela xwe û çîroka Serbazê xwe bêje lo, bes e, weh te em anîn ga.

Sîno mirovekî zane, tê gihi?tî, henekçî û zana peyv bû. Bi temenê xwe yê biçûk wî gelek newalên asê derbas kiri bû. Dema wî dixwest tit?ekî bêje, diviya bû ku wî ji serî de destpê bikira da ku di gotinên wî de her kesek tê bighên. Loma wî xwe hinekî ji ber gotina Bedrano aciz kir, serê xwe hejand û got:

-Heyran me ne hûn nahêlin ku mirov bêje. De, serê we neê?înim. em di meha adarê de bûn. Wê rojê hinekî ewr hebû. Ji rew?a ewran dihate fêmkirin ku wê ti?tek bibariya. Me talîma (perwerdeyî ya le?kerî ya rojane) xwe qedand. Vêca dor hatibû ku mirovê çawa bi dijmin re ?er bike. Dema dijmin êrî?ê bîne ser me re, divê parastina li hember wan çawa be, didît. Serbazê me di nava me le?kerên feqîr de weke dîkekî dixuya. Tim behsa mêraniya le?kerên Tirk û li hember dijmin mêrxasiya Serbazan dikir û digot: `binêrin dema dijmin êrî? anî ser we, divê hûn qet ji wan netirsin û hûn jî êrî?î wan bikin da ku ew ji ber we birevin. Le?kerê Tirk bê tirs e. Le?kerên Tirkan ji bona welatê xwe sînga xwe ji dijmin re vedikin. Natirse lê dijmin ditîrsîne`.

Bi wan gotinên wî porê serê mirov gij dibû. Hûn bawer bikin ku wê demê dijmin bi tank û topên xwe jî êrî?ê me bikirana, meyê xwe ji ber wan neda alî.  Lê hûn werin wê ecêbê ku ewr giran bû, hê Serbazê me gotina xwe neqedandibû ku terezek e weha bariya ku mirov nikarîbû çavên xwe vekira. Dîtina min dît ku Serbaz bi wirde û virde dest bi bazdanê kir. Ci û starî ji ber wê terezê nediketê. Wê reva wî bala min ki?and ku ew mêrxasê berî niha bi qasekî çawa ji ber vê terezê direve. Bi vê yekê  ez hinekî ji ber wê reva wî mizmizîm. Tu nabê vê bala wî jî ki?andibû. Pi?tî terez sekinî, Serbazê me xwe ji wê stara ku lê bû derxist. Berbi min de hat, li nêzîkî min sekînî û got:

-Sîno dema terez dibariya tu çima keniya? Min meraq kir!

– Qet! min got, lê tirsiyam ku ew ê  ji ber wî kenê min ti?tekî bîne serê min. Lê wî got:

– Rast bêje tu çima keniya?

-Qomandarê min wele ne ji ber ti?tekî bû, ez jî nizanim çima? Hema weha kenê min yek ser hat.

Wî rew?a tirsa min fêm kir loma bi dilsozê got:

– Ez soz didim ku tu maneye wî kenê xwe, niha ji min re rast bêje ez ê destên xwe li te nedim. Qet netirse û rast bêje.

Min ba? fêm kir ku heta ez vê rastiyê ango sedema kenê xwe nebêjim wê tu rehetiya min tune be. Loma min jî cesareta xwe topî ser hev kir û xwe bi xwe got: Hema çi dibe bila bibe, ez ê ya rast bêjim û min bi deng got:

-Qomandarê min! berî ku terez bibare we behsa top û guleyên dijmin dikir ku divê mirov xwe ji ber wan nede alî. We digot ku di rew?ên weha de divê mirov êrî?î dijminê xwe bike da ku wan bi?kînîne. Li gor wan gotinên we, bi serketina ?eran weha dibû. Lê dema terez bariya cih nema ku hûn xwe têde ve?êrin. Loma kenê min hat ku gelo ji dêlva terezê gullên dijmin bana we yê çawa bikira?

About The Author