Kurdên Sûrî hacîlok kujtine!

Qey me Kurdên Sûrî hacîlokên rêya hecê ku?tine. Partiyên me li  Ewropa jî  ji hev naqerin

Di van rojan de berpirsîyarên Partiya Yekîtîya Demoqratî, Al Partî, Partiya Azadî û Yekîtîya Nedîmokratî ( hingî navên mezin û qelew li xwe kirine, de bi namûs em nema wan ji hev nas dikin lo) çend lotikên  germ û nerm  li hev dan.

Li ser bextê fitne û zinêkaran be, dibêjin berpirsîyarê Azadî, Al Partî û Yekîtîya Ne dîmokratî partîyên xwe li Swîsrayê  xira kirine û kes li dora xwe nehistine go karibin karekî yan jî me?ekê pêk bînin. Dibêjin têkilîyan bi hevre dikin, bangekê derdixin go karibin mesekê li Swîsrayê pêk bînin û navê Partiya Yekîtîya Demokratî bi dizî ve li ser daxuyanîyê dinivîsînin. Pi?tre wan lotikên xwe li ser rûpelên malpera Gemya Kurda (ba?e go ne trên û balafir e)  û Soparo derdixin.

Werhasil, dibêjin rebenê perpirsiyarê Yekîtîya Demokrat  pê agadar bûye û bi wan hisîyaye. Pi?tî go çav di serî de sor bûne, bi hevalê xwe re axivî ye, wî jî daxuyanîyek qerase nivîsîye û gotiye:“Law bi ?e? telaqên jinberdanê ev daxuyanî berî me derketiye“ û avêt ser malpera Gemya Kurda û Soparo ( malper bi zimanê Erebî derdikevin).

Axir,  dibêjin malperan jî daxuyanî derxistin, lê pistî ev camêrên dî bi daxuyanîyê agadar bûn û pê hisihan, dane zîtirk û lotikan û ti?tek di destê wan de nema.  Hema bi lez û bez, wek hespên serxwe? bi van malperan re têkilî girêdan, bi lez daxuyanîya rebenê berpirsiyarê Yekîtîya Demoqratî sekinandin û ji ser rûyê malperan avêtin. Daxuyanîya xwe ya ku bi dizî nivîsîbûn, wek mer?ekî Ereban li ser rûpela Gemya Kurda berdewam kirin. Dibêjin rebenê berpirsiyarê Yekîtîya Demoqrat çend name ji van malperan re rêkirin, lê  van malperan deng û his ji xwe neanîn, kerr û lal bûn û  guh lê nekirin.

Werhasil gelî xwendevanên Lotikxanê….

Heger malperên me hemi wek malpera Gemya Kurda bin û ne serbixwe bin, wê Kurd hemi têde bixeniqin, li ber avê herin û wê rebenê berpirsiyarê Yekîtîya Demokrat jî bi darê zorê bibin me? û êrî?an ellawekîl…..

Swîsre

About The Author