Denîz Sekî Berdano dînomîno kir

Wek hûn zanin, Berdan Mêrdînî di TRT6ê de bernameyekê çêdike û lotikên ba? davêje. Lê carna jî lotikên ne li gora Mêrdînîyan davêje û xwe dihetikîne. Meselen wek lotika Berdan Mêrdînî û stranbêja berdîberdayî Denîz Sekî.

Li ser bextê kerxanecîyên taxa Karakoyê be, dibêjin Berdanê me xwestiye Denîz Sekî be?darî bernameya wî bibe, çend lotikên seksî bavêje û dûmanê bi ser tenûra xwe xe. Lê Denîz Sekî ti?tên ewqas mezin ji Berdanê me xwestiye ku Berdano rabûye ser tapana û çav di serî de bûne wek zotka mirî?kê. Denîz Sekî berê TRT6 neecibandiye û wek kanalek “gundî û tiralan dîtiye”. Pi?tre jî 20 hezar lîre ji bo mesrefa orkestrayê ji Berdano xwestiye.

Dibêjin gava Berdanê me navê “20 hezar lîre” bihîstiye, destê xwe li masê xistiye, di dilê xwe de gotiye “weyla min di bin guhanê te kirêêêêêê” û telefon di ser ruyê Denîz Sekî de girtiye.

Êêêêêê, pere ?îrîn in cîgerimmmmm! Ma wê Denîz Sekî wek hunermendên Kurd bi nan û zikê derkeve bernameya te law!

Birastî çima tu hunermendên Kurdînezan derdixî bernameya xwe û bernama xwe diherîmîni babam? Yan wek zilaman bernameyek Kurdî çêke û hunermendên Tirk dermexe bernamê, yan jî dev ji van lotikên çep û rast berde û qîmetê xwe nexe qurban…

Stenbol

About The Author