Heyfa Xalê Ehmed li erdê nema

Kulm di Kulekê de asê ma..

Kulma ku avêtin Xalê Ehmed , ji hevkariya Kurdan re bû hincet û ferzek ji ferzên îmanê. Pi?tî vê bûyera kambax tixûbên Kurdistanê jî ji nûve hatin nî?ankirin. Ev lotika nijadperest ji wan re nema û kulm di kuleka xwediyê xwe de asê ma.
Heta niha gelê Kurd gelek ê? û jan ki?andin û hê jî xêrnexwaz nahêlin jiyanek xwe? û aram bijîn û mafên xwe yên ji zayendiyê tên bidest bixin. Xalê me yê Ehmed jî yek ji wan kesane ku heta vî temenê xwe gelek caran lotikên ne mirovî û hovane xwarine û dîsa jî dev ji helwesta xwe ya Kurdperwerî û mirovperwerî bernedaye. Jixwe ji pa?navê wî jî diyare ku kirine ne kirine ew ne anîne ser rêya xwe û ew pa?navê Tirk jî bûye rûre?iyek ji Tirkan re. Êdî dev ji Kurdan berde Tirkên hov û nijadperest ku ji sedî 99ê wan koçberên Anadolê ne û bi eslê xwe ji nijadên curbecur tên, bixwe jî naxwazin Kurd bibin xwedî pa?navekî Tirk.

Werhasil, herî dawî dolheramekî ku bi nijadperestiyê heta qirikê hatiye dagirtin kulmek avêt xalê me û hi?t ku kerr, kor û lal hemû bi carekê rabin ser piyan û vê lotika gemarî ?ermezar bikin. Belê gelek serpêhatî çêbûn, lê bi qasî vê kulmê tu bûyerê evqas deng neda bû.
Ji hawîrdorê Kurdistanê û Tirkiyeyê hema bêje hemû kesên bi hestiyarî tevdigerin, nerazîbûna xwe nî?andan û ji xalê me re serxwe?î xwestin. Li aliyê din pi?tî vê bûyerê nijadperestên bi dirûvê demokratiyê tevdigerin jî vala nesekinîn û ev helwesta gelê Kurd a li hemberî vê bûyerê hezm nekirin.
Heta ji wan tê dixwazin vê bûyerê wek ti?tekî rewa nî?an bidin û serê xwe dixin bin derpiyê aqilmendên xwe. Yek ji wan kesan bi navê Y?lmaz Ozdil nivîskarê Hurriyetê ye û (Lotikxane heta niha zimandirêjiya derveyî edebê ne kiriye, lê vê carê bibex?înin) vî ji gur ketî di nivîsa xwe de bûyer wek ti?tekî ji rêzê nî?an daye, hi?mendiya Kurd û Tirkan daye ber hev û xwestiye Kurdan careke din biçûk bixe. Yanî kûçikê ber dergehê nijadperestiyê hinekî ewte ewt kirin û hê jî dikin. Ev kûçikê zimandirêj ji hestiyariya ku ji bo xalê me derketiye holê ne razî ye û serê xwe dixe wî cihê ku bêhemdê xwe jê derketiye.
Lê belê her çiqas derdorên weke wî kesî difikirin, li vî welatê weh?îtî û feh?îtî lê berbelave pir bin jî, êdî divê ev helwesta Kurdan a pîroz  ji wan re bibe guhar.  Kurd di vê bûyerê de gelekî serkeftî bûn û hema jixweber heçî li kolanan, heçî bi daxuyaniyan, heçî bi telefon, înternet, medya û hwd.. hemû alavên ragihandinê bi kar anîn û hemû tilihên xwe bi hev re berdan nav kuleka wan dolheramên ku bi kulmekê xwestine bi rûmeta gelê Kurd bilîzîn. Ev lotika wan ji wan re nema û destê ku kulm avêt di kuleka xwediyê xwe de asê ma.

About The Author