FÊLBAZÎ!!

Havîn bû, kelkela germa dinyê û gundê Xozberiya Dêrika Çîyayê Mazî bû. Di nava germa kambax de hin ji gundiyan gêre dikirin, hinan cercere digerandin. Hinan jî ceh an jî genimên ku hatibû cercerekirin, bi melêvên xwe yên darînî ba dikirin. Li hin ciyan jî jin rûniþtî bûn û genim an jî cehê binê binderê serad dikirin ku kevir û toza nava wan derxînin.

            Îdara gund li ser xwedîkirina pez û çandiniyê bû. Havînan jî bi saya bîstanan (bostan) hin pere qezenc dikirin. Ji ber vê yekê bû ku havînan ji gundiyan kesekî xwe bê bîstan nedihiþtin. Him xwarina wan û him jî hinek mesrefên mala wan ji bîstanan dihat. Mala Sîdar û kurên du metikên wî Hemîd û Helîm jî, piraniya erdên xwe de kiribûn bîstan. Bîstanên wan gelekî baþ û rind hatibû. Dema wan li lemên zebeþên xwe dinerîn û çav li kalikên bi wan ve diketin, dizanîbûn ku wê îsal hatiniyek baþ ji bîstanên wan bê.

            Sîdar û herdu kurên metikên wî hema hema di temenê hev de bûn. Kurê Siltanê, Helîm panzde, Kurê Helîmê, Hemîd sêzde û Sîdar donze salî bû. Sîdar bi çûk û jîrikê wan bû. Ji ber ku wî li bajarê Mêrdînê dibistan dixwend, ew ji herdu kurên metikên xwe zîrektir û zanetir bû. Rojek ji rojan, dema hersê di bin holika di nava bîstên de rûniþtî bûn, Sîdar bi çavekî mizawirî li kurên metikên xwe nerî û got:

            – Hela hûn bala xwe bidinê! Bi vê gotinê re Helîm û Hemîd berê xwe bi wî vekirin û guhdarî kirin. Sîdar dît ku wan bi mereq berên xwe, berbi wî vekirin,  kêfa wî hat û axaftina xwe domand.

             – Em bi þevaqê re, hetanî tarî dikeve erdê li ber bîstanan in. Li hember vî karê zor, em heroj nan û dew dixwin, hindik caran jî nan û mast dibe qismetê me. Wekî din jî bi roj, nan û zebeþ yan jî nan û petêxan dixwin. Ma weha dibe.

            Helîmê bi temenê xwe ji wan mezintir, ji ber vê salmeziniya xwe wî tim xwe weke rêber û mezinê wan didît. Lê ew mirovekî hinekî kawik û aqil sivik bû. Wî got:

            – Lê ma em çibikin? Hûn jî dizanin, li gund tu tiþtekî din tune ye ku mirov bixwe. Divê em þukuriya xwe bînin, nan û dew, ya jî nan û mast dixwin. Ger ne bi saya hin mewlûd û dawetan bin, hûn bawer bin em ê rengê goþt ji bîr bikin.

            Hemîdê xwe kêmî Helîm nedidît,  yekî qure bû. Tim û tim xwe mezin dîdit. Zêde dipeyîvî, gelek caran ew haydarê gotinê xwe ne dibû. Wî got:

            – Kuro ma hûn ji xwe re çi dibêjin? Ma ev jî tiþt e ku hûn behs dikin. Em ê îsal baþ li bîstanên xwe miqatebin. Bi saya serê firotina zebeþan, carinan em ê herin bajêr, nanê firnê û kebeban jî bixwin.

            Sîdar:

            – Bi xwedê kes me nabin bajêr. Ma ne ev bi salan e ku bav û bapîrên me, me dixapînin. Ma ne ew her sal dibêjin, „eger pereyekî baþ ji hatina bîstanan bê, em ê ji were qumaþê çux bikirin. Lê ka? Ev çend sal in bi eynî tiþtî me dixapînin.

            Helîm:

            – Tu dixwaze çi bêjî?

            Hemîd:

            – Xuya ye dîsa fêlbaziyek hatiye bîra wî.

            Sîdar hinekî xwe tev bir û anî û got:

            – Bi xwedê tiþtek kete bîra min! Eger hûn jî bêjin erê,

            Helîm hema zû bi zû xwe avît nava peyvê û got:

            -Çi ye?

            Hemîdê ku nedixwest xwe kêmî Helîm bike, hema wî jî:

            – Ka hela zû bêje, bê dîsa çi fêlbazî hatiye bîra te.

            Sîdar dît, ku herdu jî bi meraq û heyecan guhdariya wî dikin, loma wî got:

            – Binêrin, hersal karê me ev e. Havînan em hesreta piçek xwarina germ in. Mirîþkên me hemûyan pir in…

            Hîn Sîdar dipeyivî ku Hemîd axaftina wî birrî:

            – Yanî tu dibê em mirîþkan bidizin, ne?  Ma qey ez te nasnakim. Tu fêrî fêlbaziyên bajariyan bû ye. Fêl û fêlbaziyên wan, tu dixwazî li me biceribîne, ne?

            Helîm:

            – Na, na bi xwedê em nikarin tiþtekî weha bikin, dê û bavên me vê bibihîzin wê me bidin ber daran.

            Sîdar:

            – Kuro hela bisekinin, hê min ya xwe temam nekir, hema we þax jê berdan. Hê hûn nizanin ku ez ê çi bêjim.

            Helîm:

            – De ka bejê, fêlbazo, jîrikê bajarî.

            Sîdar:

            – Bi xwedê, dilê min pir dihare xwarina goþt, lê ev zor e, ji dêlva wê em ê îro zû herin mal. Wextê em nêzîkî gund bûn, em ê hêdî hêdî xwe weke nexweþan bikin. Di axaftinên xwe de em ê weha bikin ku dê û bav, bira û xûþkên me ji me bawer bin ku em bi rastî jî nexweþ in.

            Helîm:

            – Ê ê, dû re.

            Sîdar di bin çavan re awirek da Helîm û got:

            – Dû re dema me xwe gîhand ber deriyê malê, em ê bi qêrîn bêjin „Haho yadê, bav û birano, ez gelekî nexweþim“

            Hemîd:

            – Ê ê, baþ e, me got em nexweþ in, dû re wê çibe?

            Sîdar:

            – Ne hûn sebir nak in ku ez temam bikim.

            Hemîd:

            – De zû bêje lo, ez zanim ku wê ji vê fêlbaziya te, tu tiþt dernekeve. Tu dîsa qeþmeriyê xwe bi me dike.

            Sîdar:

            – Binêrin, dema me kir haho û me got em nexweþ in, qey hinên birevin pêþiya me, em ê dilên xwe weke nexweþan bixelînin û hêdî hêdî têkevin hundir. Bi ketina hundir em ê bêjin, „haho yadê ez gelekî nexweþ im û min sar e, zû nivîna deyne ez ê di navkevim“

            Helîm:

            – Piþtî danîna nivîna em ê çi bikin?

            Sîdar:

            – Ha!  Wê demê? Em ê xwe di nav nivînan de dirêj bikin û bêjin yadê min sar e, ka lihêfekê bavî ser min. Dema wan lihêf avît ser me, em ê bêtir xwe birincifînin û doza lihêfeke din bikin.

            Hemîd:

            – Malxirab! Em ê vê germê di bin du lihêfan de bifetisin.

            Sîdar:

            – Kuro malxirabno, divê em weha bikin ku ew bawer bin ku em bi rastî jî nexweþ in. Ger em nikaribin saetek an du saetan di bin lihêfan îdare bikin, sibê em ê çawa bi dijmin re þer bikin?

            Hemîd:

            –  De here ji xwe re karekî bike lo, ma çi eleqa vê û dijmin bi hev heye? got, lê dîsa wî dixwest ku Sîdar fêlbaziya xwe bêje, axaftina xwe domand. -De baþ e, em bêjin me ev pêk anî, Piþtre ?

            Sîdar:

            – Kesên di mal de, wê li dora me bicivin, daw û doza xwarinê li me bikin. Em ê jî di nav nivînan de xwe baþ kerr bikin, xwe li vî alî û wî alî biqelibînin. Taliya talî jî em ê bi awayekî nazdarî, bi dengekî wek yên nexweþan, doza qelandina du hêkan li wan bikin. Piþtî xwarina hêkan em ê çay jî bixwazin.

            Helîm, mizmizî û got:

            – Bi xwedê dû re ew ê me bi saxî têxin mezel.

            Hemîd:

            – Na, na tiþtek nabe, ma seba du hêkan kî yê me bikuje. Bi xwedê ev kete serê min jî. Min ji vê duayê re gote amîn.

            Helîm hinekî kire niçe niç, serê xwe hejand, mirov dizanîbû ku nekete serî wî. Lê di wê navberê de, xwarina hêkan û xweþbûna wan kete bîra wî. Di cîhê xwe de ma sekinî, çavên wî tenê li noqteyekê dinerî. Mirov digot belkî ew li ber tepsiya hêkên qelandî rûniþtî ye, xwe li ber xwarina wan xweþ kirî ye. Ev yek di wecê wî de diyar dibû.

            Sîdar, zû haydarî vê rewþa Helîm bû bû, loma bi henekî jê re got:

            – Wa, Helîmo! Te niha hêkên qelandî dixwar ne? Û axaftina xwe domand.

            – De binêrin, divê em her yek vê fenokiyê baþ pêk bînin. Ya na, wê xwarina hêkan, li me bibe henek û yariyên zarokan.

            Helîm.

            – Na lo, ev ne ewqa zor e.

            Hemîd:

            – Bi xwedê, ji bona em hêkan bixwin, divê em vê pêk bînin. Ma qey em mirin in, bayê sor bi me ketiye?

            Sîdar:

            -De baþ e, piþtî nîvro, em ê bi rê kevin herin mal. Ji me kê, hêkê qelandî xwar û du qedeh çay bi ser de vexwarin, piþtî wê em ê li mala Helîm hevdu bibînin.

            Dem hatibû ku Sîdar, Helîm û Hemîd berê xwe bidin gund û berbi malên xwe ve herin. Dema hersêyan xwe gîhandin nêzîkî gund, di nêzîkaya gund de wan hêdî hêdî madên xwe nexweþ û rûyên xwe tirþ û tal kirin. Dema ketin nav gund Sîdar ji wan re got:

            – De haydê! bê hela kî ji me wê îro hêkên qalandî bixwin û çaya germ bi serde vexwin.

            Her yek ji wan, berbi malên xwe ve çûn. Dema Sîdar xwe gîhand hewþa malê kire haho qêriya û got:

            – Haho, haho yadê ez mirim! Ez mirim!

            Bi dengê Sîdar, dayika wî Emo û kekê wî Sîno hema ji hundir bazdan û berbi Sîdar ve reviyan, ketin bin milên wî û dayikê got:

            – Ez bi qurban çi bû, çi bi te hat?

            Sîdar bi dengekî hêdî û weke ew bi rojan nexweþ kir û got:

            – Yadê! wele ez jî nizanim, çi bi min hat! hema ez gelekî diêþim û min sar e. Xuya ye ku mirin nêzîkî min bûye.

            Dayika Sîdar Emo bi heyecan, zû bi zû:

            – Xwedê neke, xwedê neke! Weyla ez bi heyran, lawo Sîno dayik bi qurban, zû rahêje birayê xwe, ez jî nivîna deynim.

            Dayika Sîdar bi bazdan reviya hundir nivîn danî, Sîno jî Sîdar xist hemêza xwe, ew danî ser nivîna. Sîdar xwe dirêj kir û got:

            – Yadê! wa yadê, hela lihêfekê bavêje ser min, min gelekî sar e.

            Dayika wî bi lezûbez lihêf anî avît ser kurê xwe ê nexwe?, li kêleka wî rûniþt destê xwe avît eniya wî got:

            – Kurê min mala xwedê ava be ku agirê te tune ye. Qey tu bîrçî ye?

            Sîdar:

            – Yadê, bi xwedê ez birçîme lê dilê min nare tu tiþtekî. Hema min sar e, hela ka tu lihêfeke din jî bavêje ser min.

            Diya wî rabû, berbi kulînê ve çû lihêfa bavê wî ya qalind anî ew jî avêt ser Sîdarê xwe.

            Wê havîna germ ku dereceya germê bi ser sifirê de ne kêmî çel dereceyî bû. Loma tu nemabû ku Sîdar bi xwe di bin lihêfan de, weke hêkan biqeliya. Lê wî carekê destpêkiribû, ji bona wî êdî veger nemabû. Dayika wî li alîkî, li alîyê din jî kekê wî Sîno rûniþtîbûn. Axe-waxe wan bû. Sîno pir ber vê rewþa birayê xwe diket, li diya xwe nerî û got:

            – Wa yadê!

            – Ha ez bi qurban!

            – Ka ez Sîdar bibin cem dixtorê nexweþxana Qesra Qenco.

            Sîdar nerî ku rewþ bi awayekî din ve çû, tirsiya ku bi rastî jî kekê wî, dikare wî hilgire û bibe dixtor. Loma wî bi tirsokî, got:

            -Keko hela hilma xwe fireh bike. Belkî baþ bibim.

            Dayika wî bi awayekî bergerandî ji Sîdar re digot:

            – De ka kurê min hela tiþtekî di ber dilê xwe ke, dibe ku ji birçîna li te weha hatibe.

            Sîdar:

            – Yadê min ji sibêde tu tiþtek ne xisteye devê xwe, dikim nakim madê min nare tu tiþtekî.

            – Ka diya te ji te re mirîþkekê þerjê bike?

            Dema qala þerjêkirina miriþkê bû, dilê Sîdar vê re lê xist û wî xwe bi xwe got: „Bi xwedê wan ji min bawer kirin ku ez nexweþ im, gelo ez miriþkekê bidim serjêkirin û goþtê wê hemû bixwim wê çi bibe?“ Dûre wî disa xwe bi xwe bersîva xwe da: „Bi xwedê tiþtekî weha bikim, wê min bikujin“ û weke deh heb jê re bêjin „Sîdar, xwe gelekî þaþ neke dawiya vî îþî jî heye. Te fenokiya xwe baþ pêk anî, hêkên xwe bixwe, çaya xwe vexwe bes e, heger ev jî ji te re bimîne, bavê te xwedê ye“! Li diya xwe nerî û got:

            – Na, dayê na, bi rastî madê min nare tiþtekî.

            Sînoyê ji ber vê rewþa birayê xwe ne rehet bû bû, got:

            – Bavê kekê xwe divê tu tiþtekî bixwe, weha nabe.

            Sîdar dixwest zû hêkên xwe bixwe û bazde ku li halên kurên metikên xwe binêre, bê wan çi kir, loma wî  got:

            – Ey de keko! Hela bila dayika min î diloavan ji min re du hêkan biqelîne, belkî ez bikarim bixwim.

            Xuya bû ku kêfa diya Sîdar ji vê gotina wî re hatibû, hema bi lezûbez rabû papor pê xist, tawe da ser, hin rûnê malê xiste tawê, du hêkên xwe bera ser da, hinek xwê jî bi serde werkir. Piþtî qeliyan ew xiste tebsîkekê, danî ber Sîdarê xwe û gotê:

            – De kurê min hela rabe hêdî hêdî bixwe bê çawa dibe?

            Sîdarê ku tu nemabû di nava du lihêfan biqeliya, hêdî hêdî rabû, bi destmala ku kekê wî danîbû ber, xwêdana eniya xwe paqiþ kir. Nanê tenûrê yê ku dayika wî bi hêkan re danî bû ber, rahiþtê. Di nava destên xwe de kire du qet, qetek xiste selika nên ya ber xwe û qetê din xiste destê xwe yê çepê û bi destê rastê pariyek jêkir. Berê di nav rûn de bir û anî, dûre hin hêk danî ser û hêdî xiste devê xwe. Pariyên wî yek li dû yekê çû û hat. Sîdar hêkên xwe xelas kirin. Bi dengekî zikþewatî kire nalîn, ax û of û dîsa xwe di nava nivînan de dirêj kir û got:

            – Wa yadê, hela lihêfin min bavî ser min.

            Rebena dayika wî biziyabû, ji xwe wê çar zaroyên xwe, piþtî bûyîna Sîdar bi nexweþiyê wenda kiribû, loma bi tirs li dor Sîdarê xwe diçû û dihat.

            Sîdar bi ya xwe kiribû, hêkên xwe xwaribû, dor dora çay bû, wî xwe bi xwe got: „Bi xwedê dawî çi dibe bila bibe, lê îro ji min re lê hatiye, dibê ez çayê jî vexum“. Bi dengekî nalîn bangî diya xwe kir:

            – Wa yadê, hela hûn ji min re çayekê jî çêkin, mirov dibê qey ez hinekî berbi baþbûnê ve diharim. Heþê min hêdî hêdî tê serê min.

            Diya wî, bi lez û bi qêrîn gazî Sîno kîr:

            – Sîno lawo, ma dengê brayê te nayê te, hela zû çayekê jê re çêke.

            Sîno gelekî ji birayê xwe Sîdar hez dikir. Loma wî jî bi eþq û kêf xizmeta wî dikir. Li diya xwe vegerand:

            – Bila dayê, got. Bi lezûbez papor bêxist, çaydanê xwe da ser û agirê paporê gur kir. Piþtî hazirkirina çay, Sîno qedehek tije kir û danî ber nexweþê malê û got:

            – Ha, bavê kekê xwe, hela hêdî hêdî vê çayê jî vexwe, bê rewþa te çawa dibe!

            Xuyabû ku piþtî xwarina du hêkên qelindî, ya di wê germa kambax de, vexwarina çayê li xweþa Sîdar çûbû, loma wî yek li du yekê, sê qedeh vexwar. Hê qedeha wî ya çaran di dest de bû ku bavê wî kete hundir, dîna bavê dît ku Sîdar li ser nivîna dirêjkirî û çay vedixwe. þaþ mabû û pirsî:

            – Ev çi hal e, kuro, ma çi bi te hatiye?

            Bi hatina bavê xwe, Sîdar fêm kir ku wê rewþ berbi xerabûnê ve here, hê bavê tu bersîv jê negirt ku çi pê hatiye. Hema Sîdarê nexweþ bi temamkirina qedeha xwe ya çaran, ji nava nivîna derket û bi bazdan berbi mala meta xwe Siltanê de beziya. Kekê wî Sîno, got belkî birayê wî dîn bû, loma wî jî hema yek nekir dudo û bê sol, berra dû wî da ku wî bigire. Bû haho, haho dayika wan, bavên wan þaþ mabû, nema zanîbû ku çi bûye… Lê Sîno ji dû Sîdar venegeriya heta ku wî ew li mala meta xwe Siltanê girt. Lê, piþtî girtina Sîdar ew jî tê gihiþt ku ev fêlbaziyek ji bona xwarina hêqên qelandî bû ku hersiyan bi hevre plan kiri bûn…

About The Author