Sedema buhabûna go?t Kurd in

Birastî ev Prof. Baskin Oral lotikên pir xwe? û di cîh de davêje. Cîgerim dawa Tirkan bi ser serê wan dixe û qûna wan berdide çolê.

Hûn zanin, ev pêlak e li Tirkiyê go?t pir buha bûye. Ji ber buhabûna go?t jî, sextekar û zinêkar ker û bergîlan serjê dikin û go?tê wan wek go?tê mîh û berxan difro?in xelkê. Vê heyamê li ser buhabûna go?t nîqa?ên mezin çêdibin û li sedema buhabûna go?t tê pirsîn.

Axir, xalê me Prof.Baskin Oral, be?darî bernama xanima germik Balçîçek Pamîr bû û sedema buhabûna go?t bi vî awayî destnî?an kir:

Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe go?t jî erzan nabe. Ji ber ku artê?ê nehi?t koçerên Kurd derkevin zozanan û pez xwedî bikin, ev sosret hat serê me û got? buha bû. Ba?ûrê welêt (yanî Kurdistan) depoya heywan û go?t e. Heger hûn rabin ji pirsgirêka Kurd re bêjin ev pirsgirêkek terorê ye û meselê çareser nekin, aha wê ev sosret bê serê we. Îro go?tê herî buha em dixwin, belkî sibê em wî go?tî jî  bi dest nexin” û da bin dûvê dewletê.

Werhasiî kelam, Prof.Baskin Oral, rastîya buhabûna go?t raxist ber çavan û rast jî gotiye ellawekîl. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe û rastîya hebûna milletê Kurd neyê qebûlkirin, wê Tirk ji xwarina go?t jî mehrûm bimînin, wê go?tê ker û hespan jî bixwin û roj bê wê ?îr û penêr jî bi dest wan nekevin.

Îcar heger Tirk biaqil bin û bixwazin têr go?tê pez bixwin, divê mesela Kurd çarser bikin gelî xwendevanan. Yan na, bi dîn û îman wê tev bibin vegetaryan û hûn sax…

Tirkiye

About The Author