SÎNO Û X?YAR

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

  Sîno bi erebeya xwe ya destan a ji bona fêkî û sebze firotinê, pi?tî nîvro xwe gihandibû mehela Yenî ?ehîra Diyarbekirê. Wî dixwest ti?tên mayî bifro?e da ku îro jî bi selametî karê xwe biqedîne. Havîn bû germeke dijwar hebû. Sînoyê reben ji bona debara malê û xwendina zarokên xwe divê nesekiniya. Her çiqasî karê wî zor û zehmet jî bû, wî zêde xem nedixwar. Qe nebe wî bê minetî, her roj mesrefê mal û heqên defter û kitêbin zarokên xwe yên dibistanê derdixist.

            Pîreka wî Fatê jî tim di wexta hatina Sînoyê xwe de li ber deriyê hew?ê li benda wî bû, da ku alîkariya mêrê xwe bike û erebaya xwe têxin hundir. Êdî wê jî bi hatina Sîno û bi nerîna rûyê wî, dizanîbû ku qezenca wî çawa ye. Rojên ku qezenca wî ba? ba, kêf kêfa wî bû. Heta carna ji Fatoya xwe re digot:

            -Keçê ma tu li ber vî deriyê çi dike?

            -Ez li benda te me ku em erebeya te têxin hundir.

            -Wey mala te ava! Tu çawa li min difikire. Bi ken digot Sîno.

            Lê dema zerar dikir ango sebze û fêkiyê wî ne dihatin firotin û çav li Fatoya jina xwe diket, te digot qey wê rebenê nehi?tiya an nexwestiya ku ti?tên wî bê firotin. Loma Sîno hema bi hêrs bangî wê dikir û digot:

            – De zû alîkariyê bike, em erebê têxin hundir. Bi hêrs digot û didomand – zû misîneke av bîne  lingên xwe bi?om. Zû ecele bike û xwarina min hazir bike.

            Lê Sîno êdî fêrî karê xwe bû bû û wî dizanîbû ku dîtin an jî bidesxistina karekekî din zehmet e. Loma jî xwe li karê xwe ?idandibû. Ji xwe dema ku zarokên wî dihat bîrê, ew bêtir bi karê xwe ve dihate girêdan û xwe bi xwe digot: “Ez ê vê rezaletiyê bik?înim da ku zarokên min bixwînin, ew jî weke me cahîl nemînin”. Loma ew tim bi dengekî berz diqêriya. Qêrîn û hawara wî di wan kuçeyên Diyarbekirê de belav dibû. Halan di xwe de hildida û digot:  “Sîno xwe aciz neke. Dema tu westiya jî weke tu newestiya be, bike. Îdare malê û xwendina zarokan barê hustiyê te ye”. Bi dengê xwe yê berz, bi qêrîn û hawara di kuçên Diyarekirê de digot:

            – Bacan, firîngî, xiyar, îsooooot, taze ne ha!!

            Bi wê qêrin û hawarê, di qatê çaran de jinekek bangî wî dike û dibêje:

            – Erebecî, erebecî, ka hela kîloya xiyarên te bi çi ye?

            Kêfa Sîno hat ku ew ê hinek xiyar ji xwe re bifro?e, bi dengekî berz.

            – Wereqe û nivekê ye. Taze û weke tu nû ji lemê jê bike ne.

            – De ba? e, ka ji min re kîloyek xiyarên xwe?ik bîne jor.

            Ji ber hindik xwestina jinikê kêfa Sîno hinekî ?ikest, lê wî dîsa got:

            – De ti?t nabe! û xwe bi xwe domand: Balo ez ji wê re kîloyeke xwe?ik hilbijêrim. Sîno dikeve nava xiyaran, kîloyek gelekî xwe?ik ji nav wan dineqîne dixe kîsê xwe yê kaxetî, diwezînin e. Wezn çenekî giran jî tê lê wî got, xem nake.

            Sîno kîsikê xiyarên xwe girt destekî xwe û berbi qatê çaran de hilki?iya.    Asansora bînayê jî tune bû. Heta wî xwe gihand jor xwêdanê di nav pi?ta wî re avît.

            Li derî xist, jinêkek bejin zirav û bedew ku porê xwe yê dirêj berra ser pi?ta xwe dabû. Fîstanekî tenik, hema hemû canê wê têre xuya dikir, lê bû. Derî vekir, li Sîno nerî û got:

            – Tu hat erebecî!

            – Belê xwi?kê, vaye xiyarên ku te westibûn.

            Sîno kîsikê destê xwe dirêjî jinêkê kir, wê jî ew ji destî wî girt. Yek bi yek derxist lê mêze kir. Carnan jî wê di bin çavan re li Sîno dinerî ku bê hela bala wî li ku ye. Sînoyê reben ketibû tatêla nanê zikê xwe û zarokan. Ma wî ji ku bîra ti?tên din dibir. Jinika bejn zirav, xwe?ik ku hemû bedena wê di bin wî kirasê tenik de xuya dikir, çavek dida xiyaran û yek dida Sîno. Maneyek di wan nerinên wê de hebû, lê rebenê Sîno ji ku dizanîbû ku ew çi dêbêje. Qederekê weha sekinandî man. Sîno nerî ku jinek ti?tekî nabêje û ji erebeya xwe ya li jêr jî bi tirs bû ku hin dikarin ti?tên wî bidizin, loma wî got:

            – De xwi?ka min, ka perê xwe bide ez ê herim li min dereng e. Erebeya min li kuçê ye.

            Jineka bejnzirav awirek nerm da Sîno, xiyarek derxist lê nerî û got:

            – Ev xiyarê te ne ba? e. Gelo tu xiyarin te yên din tune ne?

            Sîno ji axaftina wê aciz bû, manaye gotina wê û daxwaza dilê wê fêm nekir. Loma wî bi hêrs got:

            – Ev yên herî xwe?ik bûn ku min ji bona te hilbijartin. Hê jî tu dibê ev nexwey?ik in! Ma ez te çi bikim. Tu ji malê ba? fêm nake.

            Sîno kîsikê xiyaran ji destê jinikê girt û di dirêncekan de berjêr daket. Him dadiket û him jî bû bû niçe niçe wî. Di berxwe de “ma ev jî kare ez dikim”.

            Lê, jinikê jî weha dûr û dirêj li halê wî û ji gotina;”tu malê ba? nasnake” re serê xwe hejand. Hêdî di berxwe de got: “Erê wele kî, ji çi fêm dike diyar e…”

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: