Apr 9, 2020

Ka ?ûjina çavê xwe jî bibîne exûyî!

Serokê Sûrîyê Be?ar Esad ê qirikdirêj, serdana Tirkiyê kir û çend lotikên Erebkî avêtin. Be?arê ku pirsa Kurdên nav xwe (Sûrîyê) nabîne û ji girtin û kujtina wan pê ve tu karekî din nake, li Tirkiyê bû ?êwirmenê Kurdan û aqil da Kurdên ba?ûr û dewleta Tirk.

Qirikeloko di civînekê de bejsa Iraqê û Kurdekanên ba?ûrekan jî kir, nîv ?îret, nîv tehdît qa?o aqil da Kurdan û xwelî li serê xwe kir.

Lê a herî xwe ev bû ku ?îret li dewleta Tirkan jî kiriye û gotiye:”Exûyî, divê Tirkiye di nav sînorên xwe de hembêza xwe ji Kurdan re veke û bêje “brano, werin oxlim, werin wek komikek etnîk û cuda bi Tirkan re azad û wekhev bijîn” filan û fîstan.

Hûn durûtî û siyaseta Be?aro dibînin ne?

Ê oxlim, ibnî, çima tu ji Kurdên Sûrîyê re nabêjî “werin wek komikek etnîk û cuda bi Ereban re azad û wekhev bijîn” ha?

Ka berê azadî û wehkevîya Kurdên nav xwe safî bike bavo, pi?tre ?îretan li Tirk û virqan bike baba, wey!

Werhasilî kelam, her çi hikmet be herdem dijminên Kurdan li ser navê Kurdan diaxivin û biryarê didin.

Ê helbet canim, gava Kurd ji hev belawela û tarûmar bin, wê li ser navê wan jî biaxivin, wê tirrê jî ji wan berdin û çewalan jî têxin serê wan haaaaaaaa….

Qami?lo

%d Bloggern gefällt das: