Silo beg bû stêrkek dinyayê bavoooo!

Lotikvan Omer Silêman (Kurd e, Ereb e kes nizane) li Sûriyê pir me?hûr e. Hetta dibêjin Silo ji Be?ar Esed jî me?hûrtir e. Omer Silêman begefendî di stranên xwe de Kurdî,Erebî û carna jî Tirkî bi kar tîne û ji 1994an û heta niha 500 kasêt û albûm derxistine. Hema çi hatiye bîra wî kiriye stran û belav kiriye.

Axir, dibêjin kasêtek wî ketiye destê derhênerên Ingilîz. Gava derhênerên Ingilîz dengê wî guhdar kirine, wek mirî?ka gêj hatiye serê wan, gêjomêjo bûne, biryar dane û bi lez berê xwe dane Sûriyê û bi Omer Silêman re peyman îmze kirine. Derhênerên Ingilîz dibêjin ku Omer Silêman bi stran, deng û enerjîya xwe meriv serxwe? dike û wek benî?t bi meriv ve dizeliqe. Kesê guhdarîya wî dikin hew karin dev jê berdin û doxîn li wan dadikeve kabokê.

Ez serê we neê?înim, wê di van rojan de Omer Silêmano bi stranbêjên wek Bjork û Payement re konseran li dar xe. Yanî, xwedê bi çewalan bi ser de rijand ha. Mêro bi saya lotikên xwe bû stranbêjek navnetewî û wek deh?ikên nav garanê virde wêde dide lotikan.  

De aqûbet li serê hunermendên Kurd be rebbî….

About The Author

5 thoughts on “Silo beg bû stêrkek dinyayê bavoooo!

  1. Di shanzdeh salan da 500 kasêt law. Wey bavooooooo! Ma yên me jî stranbêj in qerdashim. Yaw camêr di salêkê da hema hema 33 u nîv kasêt chêkirine cîgerlerim. Bi xwedê dibêjin tenê du hêlikên wî hene u ew jî mîna yên Denîz Baykalo tenê dikarin parlamenterekê îdare bikin, weyyy. De tu bajo heyatim bajooooo.

  2. hhhhhhhhhhh Ya ji we ez vê nuçyê ?îrove nakim,j? ber ku lê ne hêjaye mirov xwe mijûlb?ke li ser !!!! Lê ti?tê herê li xwe?yam cû,we navê ,xwedyê nûçe nivîs, Hozan vivito hhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhhh ma çiqa na vekî delale lawwwwwww

  3. Wey weleeeeed! Pek lawo pek ji te ra! Ango pismamê me di deh rojan da kasetek u deh stran chêkirine. Bi gotineke din herro stranek. Kuro panzdeh salan herro stranek haaaaa! Law cîgerim Jujî Charhêlik, qey tu jî dibêjî char hêlikên te hene heyatim. Law te di panzdeh salan da stranek jî nexist nav civatê ellawekîl. Îcar birê min divê tu ji charhêlikiyê îstifa mîstifa bikî yaw.

  4. lêxaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa omero roj roja teyê laaaaaaaaaaaaaao
    erê ev sitran bêj ne kore?????

  5. Hi! Welle sayin Ruvî qerdash chênabe birê min. Ji charhêlikiyê îstifa filan u fistix nakim. Yaw babam bi rastî jî char hêlikên min hene ha. Yê ku derew dike bila bibe qunek lo. Law ez carekê berî pênc salan (hê shur simbêlên min nedibiriya) chum ba dixtorekî kunek yê tirkan. Me got qerdashim ka em carekê jê bipirsin ev kuneka tishtekî dizane yan na. Weylooo, bavê min mêrik li ber qirasebuna hêlikên min mit u matmayî ma u yek car got: Yaaa Suphanellax, xwedê gotiye ha ji te ra lawooo. Pashê jî kuneko rabu got, yaw cîgerim tu naxwazî kecha min nas bikî hi? Law ez u tirk? Law oxlim, law kunekê heram ez ê van charhêlikan bikim makerê, dîsan jî nekim tirkekê, wîîî. Min li te kiro, ma hun îcar jî dixwazin bi saya hêlikên min qewmê we yê dolheram belav bikin? Li gorî arîtmatîka pismamên me yewnaniyan heta du hezar salan ewê temamê cîhanê bibe xwedî charhêlikan, ango cîgerlerim ewê hemî bibin kurd lo. Pashê jî, oxxx, gel kêyfim gel.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.