Qerf û henek ne karê herkesî ye. Qerfa rast û di cî de xwedîhêzek e û ew hêz dikare civakekê rast an jî,  serobin bike…

Hêja Cemîl Denlî, berî her ti?tî, pismamê min e û pi?tre jî mamostê min e. Di warê ziman û qerfa kurdî de yek ji mezintirîn nivîskarê kurd e. Zimanê wî mîna çemê Dîclê herikbar, henekên wî mîna avê xwezayî û pênûsa wî jî mîna kêra kalanî bi derb e; li ku dikeve dewsa xwe digre…

Weke min di destpêkê de jî de got, Cemîl mamostê min e. Me gelek roj, meh û sal bi hev re bihurandin. Di kesayeta min de qerf hebû, lê bi saya wî min bi awayekî hunerî û wêjeyî qerf nas kir. Cara yekem, xêz û nivîseke min di kovara “Pînê” de hate we?andin.  Û ji wê rojê û vir de qerf bû perçeyek ji jiyana min…

Tûrikê Cemîl tije bû. Çend qe?merên ku hewce nake ez navê wan bînim zimên, ji wî tûrikî gelek qerf û henek dizîn û bi wê diziya xwe jî, di nav gel de wek pisporê vî karî xwe nî?andan.

Îroj ez pêrgî pirtûka wî ya bi navê “Sêva Delalî” hatim û bi dilekî germ û bi kêfxwe?iyeke bêpîvan min xwend. Rûpelên dawî, rojên berî salên 2000 raxist pê? çavên min û ez pê pirr hestdar bûm. Min xwest  ez bi we re jî parve bikim. Ka bala xwe bidinê, bê zarê bava pênûsa xwe çawa mîna ?wîrê Hz. Elî bikaranîye. Bê zarê bava çawa dînê qerf û henekan teneke kiriye…

Kesên dibên em bi qerfê re mijûl in, divê sedî sed li ser pênûsa vî camêrî hûr bibin, da ku bizanibin, qerf, kurdî û kurdewartî çi ye…

Gava hûn berhemên vî camêrî bixwînin, hûn ê bizanibin ku qerf ne karê herkesî ye…
Bi hevokên kurt û bi zimanekî zelal û herikbar, çiqas xwe?ik civak ?îrove kiriye…

Ji pênûsa Cemîl çend hevokên dînoke…
De ka fermo…
               DANEZANA MAFÊN ERZANAN

A)    Bi Gi?tî Kurd

1-      Mafê her Kurdî heye ku, sewsî, gej, kawik, dewx û xewarî nemîne.

2-      Mafê her Kurdî tune ye ku, sewsî, gej, kawik, dewx û xewarî bimîne.

3-      Mafê her Kurdî heye ku, derdê e?îran neki?îne.

4-      Mafê her Kurdî heye ku, kokên daran nexwe / nequrmiçîne.

5-      Mafê her Kurdî heye ku, bi tiliyan nekeve pozê xwe.

6-      Mafê her Kurdî heye ku, tif neke erdê (mafê wî heye ku tif neke hewê jî).

7-      Mafê her Kurdî heye ku, li hember pê?ketinên dinyayê av ji devan neçe.

8-      Mafê her Kurdî heye ku, ji pîvazê hez bike / biçîne / bikerre / bifiro?e.

9-      Mafê her Kurdî heye ku, silavê li hemû qanûnên li dinyayê hatine pê, neke.

10-  Mafê her Kurdî heye ku, bi slogana ‘’biratiya gelan’’ xwe nexapîne.

11-  Mafê her Kurdî heye ku, ‘’li ber tayê tolikê’’ nereqise.

12-  Mafê her Kurdî heye ku, bi zimanê xelkê, bi xwe nekene.

13-  Mafê her Kurdî her demê, bi her awayî heye ku, dostaniya xwe bi re?belekê re ge? bike.

14-  Mafê her Kurdî heye ku, tizbiyê neki?îne.

B)     Jin

1-      Mafê her jinê heye ku, her sê telaqên mêrê xwe di dest xe û wî berde.

2-      Mafê her jinê heye ku, bêyî daxwaziya dê, bav, bira, malbat, e?îr û Yezdan û hwd. bi kesê dixwaze re bizewice / nezewice.

3-      Mafê her jinê heye ku, hewî neyê ser/ mêrekî din bike.

4-      Mafê her jinê heye ku, berçem berçem biçe / benî?t bicû.

5-      Mafê her jinê heye ku, derdê jineke din (xwesû û hwd.) neki?îne.

6-      Mafê her jinê heye ku, zarokan cot bi cot / fer bi fer bîne/neyne.

7-      Mafê her jinê heye ku, bi mêrekî di navbera musulmantî û materyalîzmê de asê bûye re, nezewice.

8-      Mafê her jinê heye ku, bi jineke din neyê firotin.

9-      Mafê her jinê heye ku, ji Xwedê bawer bike, dînê xwe biguherîne/neguherîne.

10-  Mafê her jinê heye ku,ji Xwedê bawer neke (mafê Xwedê jî heye ku, ji wê bawer neke).

C)     Mêr

1-      Mafê her mêrî heye ku, bêhna sîrê ji devê wî were.

2-      Mafê her mêrî heye ku, bibe mêrê xerab.

3-      Mafê her mêrî heye ku, bi jineke di navbera gund û bajêr de asê bûye neyê ser.

4-      Mafê her mêrî heye ku, feodal bimîne.

5-      Mafê her mêrî heye ku, xwe weke demokratan pê?kê? bike û weke axayan bijî.

6-      Mafê her mêrî heye ku, di hembêza heftê hûriyî de razê.

D)    Zarok

1-      Mafê her zarokî heye ku, ji ‘’girarê’’re bêje ‘’garê’’.

2-      Mafê her zarokî heye ku, ji fikr û ramanên dê û bavê xwe biguman be.

3-      Mafê her zarokî heye ku, bi ya mamoste, mele û ke?ê neke/neçe dibistan, camî û dêrê.

4-      Mafê her zorokî heye, bi leglegan neyê xapandin.

5-      Mafê her zarokî heye ku, hînî bersiva pirsa xwe bibe.

6-      Mafê her zorokî heye ku, bi ?îretan neyê biçûkxistin.

E)     Xweza

a)      Zindî

1-     Mafê her zindiyî heye ku, bijî.

2-     Mafê her zindiyî heye ku, bi dengê xwe biqîre.

3-     Mafê her zindiyî heye ku, li nava xwezayê bijî.

4-     (Bi taybetî ker)Mafê her zindiyî heye ku, pê neyê lîstin û dest dirêjî wê nebe.

5-     Mafê her zindiyî heye ku, li ser rêya bihu?tê, di cejnên olî de, weke bertîl ji Xwedê re neyê pê?kê?kirin.

6-     Mafê her zindiyî heye ku, weke teba neyê binavkirin; weke zindiyên ku li dinyayê dijîn, werin binavkirin.

7-     Mafê her zindiyî heye ku, di hûr û rêviyên mirovan re derbas nebe.

8-     Mafê her zindiyî heye ku, li warê xwe bijî.

9-     Mafê her zindiyî heye ku, bêyî daxwaziya wî bi genetîka wî neyê lîstin.

10- (Di serî de kûçik) Mafê her zindiyî heye , gava ku dimire jê re, ‘’cehemî’’ neyê gotin.

b)     Av

1-     Mafê her avê heye ku, bifûre.

2-     Mafê her avê heye ku, biherike.

3-     Mafê her avê heye ku, bibiriqe.

4-     Mafê her avê heye ku, pê de neyê mîstin.

5-     Mafê her avê heye ku, di ?ûna xwe re biherike.

6-     Mafê her avê heye ku, bi bendan neyê xeniqandin.

7-     Mafê her avê heye ku, çemûçem here.

8-     Mafê her avê heye ku, weke berf, baran û zîpikê bibare yan jî weke qir û aviyê bikeve.

9-     Mafê her avê heye ku, neyê gemarîkirin.

c)      Dar û ber

1-     Mafê her gîhayî heye ku, li ser koka xwe ?în bibe.

2-     Mafê her gîhayî heye ku, kulîlkan veke, ber bide.

3-     Mafê her gîhayî heye ku, belav bibe.

4-     Mafê her gîhayî heye ku,neyê ?ewitandin.

5-     Mafê her gîhayî heye ku, gund û bajar li ser neyên avakirin.

6-     Mafê her gîhayî heye ku, li hev zêde bibe.

7-     Mafê her gîhayî heye ku, kûçik û mirov bi kokê de nemîzin.

8-     Mafê her gîhayî heye ku, di bin keviran de nemîne.

d)     Asîman

1-     Ji asîmanê yekê heta yê heftan , mafê her asîmanî heye ku, neyê gemarîkirin.

2-     Mafê her asîmanî heye ku, neyê qulkirin.

 Mêrdîn

About The Author