“Kurdên Netewperwer” jî ketin govendê

Kurdên Netewperwer, di 5 û 6ê Hezîranê de li Amedê lotikek bêîman avêtin û zêdeyî 100 Kurdên qerase anîn ba hev. Kurdên ku berê di nav rêxistin û partîyên cuda de virde wêde lotik davêtin, bi navê “Kurdên Netewperwer” hatin cem hev û silavek dan hev.

Wek hûn zanin, darbeya 12ê Îlona 1980î, yanî darbeya Kenan Evren ê Arnavût, malik li piranîya rêxistin û partîyên Kurdan xera kir û ew ji hev belawela kirin. Rêxistin û partîyên ku wê demê ji plan û projeyên pê?erojê mehrûm bûn, zû terpilîn, ketin û seqet man. Yên ?ehîd ketin, yên di zindanan de riziyan, yên wek kîro?kên ku ji ber tajî birevin xwe avêtin tor û bextê Ewrûpayê û yên ku mecbûr man têkevin nav partîyên mîna PKK û ji neçarî xwe biparêzin. Lehîya 12ê Îlonê ew çem û çem li ber xwe birin û partîyên din jî bi siyaseta xwe ya xelet wek mirî?ka gêj anî serê wan.

Werhasil, di dema îro de, pi?tî ku rew? hinekî germ û nerm bûye û Kurdên me yên ku dil û kezeba wan li ser doza Kurd û Kurdistanê di?ewite, dibêjin “êdî bes e babam, ma heta kengî emê bidin dû Xelo û Celo law, wî” û dikevin nav lêgerîn û tevgerên nuh, dixwazin çareserîyekê ji vê belawelabûn û xwelîliserîyê re bibînin.  Bi taybet kes û kadroên ku berê ked û bedelek mezin dabûn, îro dixwazin di xetek netewî û Kurdperwer de bên cem hev û siyasetek Kurdistanî bime?înin, dest bi “Kurdîzm”ê bikin.

Kesên ku di 5-6ê Hezîranê de hatine cem hev û dixwazin di pê?eroja Kurdên bakur de bibin xwedî gotin, ji ananeyên wek KDP-KUK, DDKD, Ala Rizgarî, KAWA, Oldarên Kurdistanê û hinek dîtinên cuda tên. Lê ti?tê ku ew anîne cem hev Kurd û Kurdistanîbûn û helwesta netewî ye.

Li ser bextê sîxurên Lotikxanê be, dibêjin di civînê de komisyonek ji 11 kesan hatiye hilbijartin û wê ev komisyon di rojên pê? de bi daxuyanîyek qerase ji Kurdan re bêjin “Selamun aleykum cîgerim” û çend lotikan bavêjin. Ciyê ?anazîyê ye ku ev komisyon li ser esasek netewî ava bûye û tê de dîtin û bawerîyên cuda, lê Kurdistanî hene.  Ji xwe tevgera ku li ser bingehek netewî neyê avakirin û berjewendîyên netewî ji xwe re esas negre, dawîya wê jî tune. Dîrok ?ahidê vê ye.

Kurdan ji ber berberî û dijminatîya hevdu wenda kiriye. Hêvîya me ev e ku wê ev komisyon berberî û dijminatîya Kurdan nexe deftera xwe û hewl bide ku di yekîtîya “Kurdên Netewperwer” de rolek dîrokî bilîze, ji pê?erojê re bibe hêvîyek.

Li gora saloxdanên sîxurên Lotikxanê, komisyon ji van kesan pêk hatiye:

1-     Dr.Sabrî Soysal

2-    Emîn Karda?

3-    Îbrahîm Guçlu (ji kontenjana netewî. Îboyê me jî xwe ji ciyekî kêm nake  qarda?im)

4-    Mahmût Alinak

5-    Av.Medenî Ayhan

6-    Mihyedîn Atayûrt

7-     Emîn Dîcle

8-    Hasan Kaçmaz

9-    Emîn Acar

10- Hafiz Togan

11- Baha Mûtlû

 Werhasilî kelam..

Em wek onba?î, çawî? û ba?çawî?ên Lotikxanê, pi?tgirîya her tevgera netewperwer dikin û destê xwe li pi?ta wan dixin. Hêvîdarim wê rojek ji rojan temamê Kurdan di xeta “netewperwerî û Kurdperwerîyê” de bên ba hev û vê tirrê ji xêrnexwazên milletê Kurd re nehêlin.

Sekreterê sererd û binerd ê e?îreta Lotikxanê

About The Author

One thought on ““Kurdên Netewperwer” jî ketin govendê

  1. Cîgerim u heyatim Sofî Xelef, ez pêshta ji herdu chavên te yên almasîn pach dikim. Ellawekîl te rast gotiye. Lê min got ez jî tishtekî li ser gotinên „sekreterê sererd u binerd yê eshîreta Lotikxanê“ zêde bikim u chend lotikên bergîlkî bavêjim u serê yê xwe bikim heft ejdadê dijminên milletê kurd. Welle jî bille jî heta ku ev eshîreta nuh „neteweperwer“ kurdî-îzm u kurdîzm’ê ji xwe ra neke pirtuk, ji vê tirshikê jî tu pox dernakeve dînime îmanime. Heyatim Sofî Xelef, yaw te negotiye ka van camêran bi zimanê kurdî yan bi yê zimanê qetîl, tecawîzcî u bê namusan ev wahiyên xwe anîne zimên ha. Loma jî min devê xwe xera nekir u îmana wan nekir teneke. Law Sofîkê min, ma tu nikarî bêjî ka bi kîjan zimanî lotikên xwe avêtine, hi? Ê heger zimanê wan tirkên dolheram be, êdî xwedê da min ellaxîme kîtabime.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.