P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Bavê Qazê û romana Kurdî


Cemîlê Çargurçik

Li sert bextê fitne û fesadên Amedê be, dibêjin xalê me Bavê Qazê (pardon,  Bavê Nazê lo)  li Amedê lotikek bêîman avêtiye û xwelî li serê xwe û 101 bavê romannivîsên Kur kiriye.

Dibêjin xalê me bavê Qazê gotiye ku “bi dîn û îman romana Kurdî nîne canim, ma Kurd û roman law” û daye bin dûvê romannivîsên Kurd.

Îcar dibêjin romannivîsên Kurd yên wek Helîm Yûsiv û Lokman Polat rabûne ser tapanan û ha ha tilî avêtine bin dûvê xalê me Bavê Ordekê, gotinên wî rûre? kirine û çewal xistine serê wî.

Lotikvanê qerase Helîm Yûsiv,  ji bo xalê me Bavê Qazê  gotiye:”Kuro dev ji wî tewteweyî berdin, jina min ji min berdayî be ew di ?ikeftan de dijî lo, wî” û gotinên xalê me Bavê Mirî?kê bi pîvazekê hesab nekiriye.

Tew ji xwe Lokman Polatê me wek ciwangeyên arenayên Îspanyayê dîn û har bûye, toz û dûman ji bêvila wî daye der û gotiye:”. Em gotinên wî yên “Beredayî” ji xwendevanan re dihêlin bila ew nîqa? bikin û heqê wî bidin. Lê ez wek bersiv vê bibêjim: Li gor bîr û raya min Bavê Qazê bextê xwe xera dike, romanên Kurdî jî bi qasî yên dinyayê xurt in û êdî em dikarin bibêjin ku romanên Kurdî hene qurban” û mîrkutê xwe li nav serê xalê me Bavê Xezalê daye.

Werhasilî kelam, pi?tî min hevpeyvîna xalê xwe Bavê Leglegê xwend, ez ji nivîskarîyê sar bûm û min dev ji nivîsandina romana Kurdî berda, min go ya herî ba? ez bibim “çîroknivîs” û di devê xalê xwe Bavê Elokê de nebim benî?t.

Yaw  xalo, ez bi qurbana herdu gunikên te yên çermolaqî bûmo, madem romana Kurdî nîne, çima tu romanan dinivîsî û navê romannivîsîyê li xwe dikî babam?  

Law wê kengî Kurd ji hev hez bikin û dev ji zimandirêjî û hesûdîya hev berdin ey hawarrrrrrrrr!?

Roman û romannivîs haaa?

Luro law her nivîsek Lotikxanê bi serê xwe romanek e, ma divê illeh navê me Gorkî û Pû?kîn be ji bo ku em li ber dilê xalê xwe Bavê Silêmanê Dunikil ?îrîn bibin bavê min!? Çiyî Gorkî ji Lokman Polat û Helîm Yûsiv zêdetir e yabo?  Çiyî Pû?kîn, Gogol û Dostoyevskî ji Lale? Qaso, Sofî Xelef û Xaltîka Fatê zêdetir e yabo?  

Ma illeh divê em dûvikên xelkê bin?

Yahewlel welaaaaaaa….!

Amed

Ev nivîs 530 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Bavê Qazê û romana Kurdî”

  1. Bi navê charhêlikên min yên pizot be, bi serê agirpêketiyên zerik u germik yên di xewnên min da be, ji xaltîka me Fatê mezintir romanxwareke qerasetir tune cîgerno. Ellawekîl lo, ma babam Bavê Garanê qet nakeve Lotikxanê yaw? Ê law ma qet bê Lotikxane romana kurdî-îzm-ê dikare lotikên bergîlkî bavêje, hi? Naaa! Yaw de bila Bavê Mangeyan hinekî din pê li gazê bike u zu bigêje ber deriyê Lotikxanê, wîîî. Welle heger xwedê jî destur da, em ê wî bikin “serchavushê” Lotikxanê u chend zerikan jî bera ser wî bidin u pashê jî were roman, here roman ellaxîme kîtabime haaa.

  2. Bave Qaze
    gelo te perene bash ji romana kurdî pir
    qey te jibir kir, heyf u sed cari li xebata te

Şirove bike