Kurdê Zîrek

                                                                         Diyarî ji bo Idrîsê hêja!… Yekî Kurd, yekî Gurcî, yekî Ermenî û yekî Fariz tên ba hev û sohbet dikin. Dest bi pesindan û quretiyan dikin,. Ê Gurcî...

                                                                         Diyarî ji bo Idrîsê hêja!…

Yekî Kurd, yekî Gurcî, yekî Ermenî û yekî Fariz tên ba hev û sohbet dikin. Dest bi pesindan û quretiyan dikin,.

Ê Gurcî dibê:

Bila kes pesnê xwe nede û quretiyan neke ji me pê ve heyra. Netewa me neteweke bijarte ye û tu netew nikare xwe bigihîne me…

Ê Ermenî dibê:

Errriiiiikkkkk! Tu çawa wiha dibê kuro. Ermenî neteweke pîrozwer e û bi telaq kes ne barê me ye. Em neteweke qedîm in û dîroka me berî dîroka hemû pêxember û nepêxemberan e…

Ê Fariz xwe ji ciyê xwe hilor dike û dibê:

Ez bikutim we û dîroka we û taybetmendiyên we oxlimên min. Hûn hemû vir û derewan dikin. Fariz maqûl û efendiyê hemû netewan e. Heger hûn bawer jî nakin fermo…

Ê Kurd ji nîqa?a wan aciz dibe û di ber xwe de dike ufeuf û dibê:

Ez ê di qralê we nim ha! Min ji dîn û îmanê dernexin û rûnên li ser dêlên xwe… Ciyê ku em lê, hûn kî ne û hûn çi ne, hey min di çiçikê diya we niyhano!… Heger ne vir û derew in ka ji min re bêjin çî we bi navûdeng e?

Ê Ermenî bi awayekî bi xwe bawer dibê:

Çiyayên me bilind û bi dar û ber in. Zozanên me mîna bûkan xemilîne û tê de diçêrin pez û dewar. Xwedê Teala zimanek daye me, stranên me diherikin mîna çem û kaniyan…

Ê Fariz dibê:

?hiiii! Ma ew jî mesele ye lo. Her xalîçeyeke me berberî seranserî welatê we ye. Qey we navûdengê xalîçeyên Farizan nebihîstine! Tewww lo, hûn jî dibên ?ênkayî, gelî, zinar û nizanim çiya, zozan û ziman û stran û rêxa dah?ê û nav ligên kerê… Were binêrin li wan xalîçeyên bêpîvan û delal…

Ê Gurcî bi kenekî qerfok û bi pozbilindî dibê:

Erê canim, we hê ti?t nedine. We hê xwe?î û bedewî nedîne. We hê taybetmendiyên bi nex? û xemilî nedîne. Welleh we billeh Xwedê Teala xwe?ikahî û bedewiyek rijandiye bi ser keçikên me de, nayê gotin. Îcar hûn jî rabûnin pesnê xwe û netewên xwe didin… De rabin herin qûnên xwe li avê xin lo, qe?merên heram!…

Deng ji Kurdo dernakeve. Hersê barûtên din bi hev re li hêla wî dinêrin û bi hev re dibêjin:

Ê birêz Kurdo çî we heye, hihi?

Kurdo zimanê xwe bi dora devê xwe dixe û bi awayekî mizawirî dibê:

Welle ez nizanim ez ê çawa ji we re rave bikim. Lê ez vê bêjim; Em li nav ?ênkayî û gul û kulîlkên Ermenîstanê û li ser xalîçên Farizan dikutin keçikên Gurciyan…

Mêrdîn

Categories
Devliken KelogirîKadînQuncik
9 Comments on this post.
  • BARZAN
    19 Juni 2010 at 00:53

    Rexmel li bavè te bit yabo.xwuda kirè te bi hez u daim ki.

  • BARZAN
    19 Juni 2010 at 00:55

    Rexmel li bavè te bit yabo.xwuda kirè te bi hez u daim ki.dè bicin derpiyè dià xwu bi§on.

  • Neboyê Faro
    19 Juni 2010 at 17:37

    Min nivîs nexwend. Nekarî bixwînim. Law ez li kar im, shef li dora min in. Ji kû re katim Lotikxaneyê nizanim. Min ev wêneya we dît, konsantrasyona min xirab bû.

    Zerîneke me heye di kargehê de kû maseya wê li tenishta min e. Ehrîman dibêje rabe… Tobe, tobe…

    Ez Lotikxaneyê protest dikim. Sincê hevaltiya kargehê xirab dike. Law mirov chawa dikare bo hevala xwe ya kar tishtinên wisa ecêb bifikire! Ma dibe..

    Mêrga biniya gund hat bîra min. Giha chinîne, kar xilaskirine. Li ber devê Chemê Xamê, li rasteya Tavdarkê me. 33 zeriyên Swêdê rûnistine, ketine rêzê… Tobe tobe…

    We exlaqê me xirab kir yabo. Rojê nêzîkî 10 katjimêran li ber xêvjimêrê, karekê têra xwe bi stres de dixebitim. Nabe kekê min, tishtinên wisa bêyom lê bar nekin. Her xwendevan ne yek e.

    Niha hinek xwendevan di hebûnê de ne hinek nînin. Hinek hene 2 meh in zeriyekê nedîtine. Guneh e ez benî. Wêneyên wisa raveyê xelkê nekin.

    Oxxash Ingrid. Ingrid hevala min a kargehê ye. Offf off. Rebenê Ingrid tu nizanî chi tên hishê min, ji xwe re wisa kerkî dikenî… Ez ê tishtekê bînim serê te lêlê…

  • BARZAN
    20 Juni 2010 at 00:18

    Yabo bo ci tu firà diki?heger tu ne li kerxaneyi,li ser kar u karxaneyi,ci karè te li ser karxane me heyi.

  • BARZAN
    20 Juni 2010 at 00:18

    Yabo bo ci tu firà diki?heger tu ne li kerxaneyi,li ser kar u karxaneyi,ci karè te li ser karxane me heyi?

  • Mishko Bêderpî
    20 Juni 2010 at 00:58

    Ohooo, law hun jî chiqas gundî mane babam. Kuro ma êdî kî di vê dema zêr u zîv da nade pash zerik u germikan hi? Welle yê min heftê carekê ev seremoniya chê dibe u êdî fîshek di keleshkofa min da namînin heta ku xwe bi sed zehmetî dîsa davêjim nav malê, cîgerno. Ê ma babam ji bo tishtê ku xwedê daye ez chima bêjim: Yoxxx!

  • Jujî Charhêlik
    20 Juni 2010 at 12:18

    Law Mishko ma tu ji bashqanê sererd u binerd natirsî heyatim, hi? Ellawekîl heger bashqan van gotinên te bibîze, ewê tirrê ji te berde u îcar akademiya jinekolojî u xesandinolojiyê bide ava kirin, wîîî. Tu jî bash dizanî cîgerim, bashqanê sererd u binerd wilo xwe naxîne nav têkiliyên bergîlkî u ha ha bi zimanê qetîlan îmana meselê dike teneke u dixwaze „tanricheyên“ berdîberdayî biafirîne u serê me bike belayê lo. Loma jî divê em desturê nedin bashqan ku wek molleyên Îranê ew jî me u ciimaata me tev da bike kunde u bi yek dengê bêjin: Bijî lotikên bergîlkîîîîî yên bi kurdîîîîî, wîîîîî!

  • Zaxo
    26 Juni 2010 at 08:09

    HAHAHAHA Xode Qowate Mam Xedro. ser sere min Mre 20 jina Bes Te Xar .Yan Bela Merof Gane Neket Yan Heger Ker bela Mina Te Beket.. wesa serke sonde ye keri devi da de bejee Mesaske.

  • zeki
    3 Juli 2010 at 17:06

    hahahahah zorsipas bo vê nivîsa hêja û delal! mala te ava faruqê devliken.
    Ka faruq ez di nav nivîsê te de li navekÎ geryam gerîyam û min ew nav nedÎt gelo çima?
    Bijî tu her bijî

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
    • Xwezî ez pêlekê birêz Hemîd Derbendî bama!

      M. Bengo Ger mirov rewşa tevgera siyasî li rojavayî Kurdistanê bişopîne û bihûrbînî binirxîne , bêguman wê matmayî bimîne. Ji sala 1957 an de ta bi roja îro ev...
    • Amerîkayê xêrek din bi Kurdan kir

      Lotikvanên Amerîkayê, alîkarî li ser alîkarîyê dide Kurdan û wan di warê çek û trimbêlên leşgerî de dixemilîne. Amerîkayê vê carê xêrek din bi xwe kir û bi buhayê...
    • Dîko Amerîka tevlihev kir

      Kevîn Kurdson Serokê Amerîka û dinyayê Donald Trump, yanî Dîko, berî ku dev ji meqamê xwe berde çend lotik û zîtirkên dînomîno avêtin û Amerîka li hember dinyayê rezîl...
    • Nivîseke şolî

      Binivîsînin! Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin. Li dij vê tevgerê derdiketim, lê...
    • Kurd û xwedê

      Doh… Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribûn û bi Xwedê re peyman çêkiribûn; heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her...
    • Tu yeman bûyî yabo

      Sal 1980 ye. Eskerîyê darbe kirîye, agir bi erdê ketîye. Şerê çepgir û rastgir û kurdgiran e. Li kuçe û sikak û kolanan, mîna mişk û pisîkê, xort li...
    • Metrobus

      Ez di dîn û dîyaneta Stenbolê nim. Û piçika mixê meriv hebe, meriv tenê deqeyekê jî li Stenbolê nasekine. Qey hema xalê min Xwedê çeneke baran bi ser Stenbolê...