P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Tutinkêş
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

ÇALAKÎYA ÇÊLEKAN


Xalidê Hekarî

Ji ber ku hinek kes qedirê bajarvanîyê nizanin, navbera durêyana bajarê Culemêrgê û Wanê ji xwe re kirine gelê? û kulîfek (cihê çopê).  Paqijkerên kolanan ( çopçî) yên ?aredarîya Culemêrgê wan gelê?an  hilnadin (anjî direng hildidin). Lewre çêlekên bajarê Culemêrgê ji bo protesto û ?ermezarkirina ?aredarî , karkerên paqijîyê û kesên gemara xwe dihavêjin ser rê, mil dane hev bê mia? û herwe bela? dest bi çalakîya paqijîya kolanan kirine.

Nivîskarê me Bavê Ronahî bi sereka çêlekan Rew? ê xanimê re bi têlefonê pêwendî danî û reportajek pê re kir.

B.R: Rew?ê xan, sedem çîye ku karkerên ?eradarîyê paqijîyê nakin û hûn dikin ?

Rew?ê xan: „ Tevahîya karkerên beledîyê bi me?, pevçûn û  li dij hilbijartinên rêlibervekirina Kurdan  mijûl in. Wan sûnd xwariye heta hikûmeta Erdoxan hilnewe?înin, pê?îya rêlibervekirinê negirin, Ergenekoncîyên mayî nedin berdan, rew?a awarte neynin welêt û Ergenekonê nekin desthilatdar, ewê bajêr paqij nekin. Ji ber vê, ar û wîjdanê me qebûl nekir em vî bajarê hêja di nav gemarê de bihêlin. Lewma bi vê çalakîyê em kesên gelê?an tavêjin ser kolanan û ?aredarîyê protesto dikin,  lotikek çêlekî li wan dixin.   

B.R: Tê gotin mi?k jî ji ber nerakirina gelê?ê peyda bûne, ma ti?tek wusa heye ?

Rew?ê xan: Belê, di nava kolanan de mi?k û cird „pê?birka kûpa cîhanê“ li dar xistine û bi topê dilîzin. Lê ne xema ?aredarîyê ye.

B.R: We got mi?k û cird bi topê dilizin, hûn di derbarê wan de çi difikirin û hûnê wan çawa paqij bikin?

Rewê xan: Me alîkarî ji ?ahmarana Hindistanê xwest; ewê jibo telefkirina mi?k û cirdan jibo me sed marên kobra bi?îne. Bi avnehîya xudê û saya serê marên kobra, emê ji wê belayê jî bifilitîn.

B.R: Gellek spas xu?ka Rew?en, xudê quwetê bide we.

Rew?en xan : Em jî spas dikin keko, hêvîdarin Lotikxane me bi tenê nehêle û dengê me bigihîne cîhanê.

Culemêrg

Ev nivîs 405 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “ÇALAKÎYA ÇÊLEKAN”

  1. Hey tifuuu, hezar u yek carî tifu qerdashim. Law oxlim hun ji me mishkên bê derpî chi dixwazin, hi? Ma tirkên kunek ne bes bun, îcar hun jî dixwazin marên îzbandot ji Hîndistan-ê bînin u malika ma ya bi qulik li me wêran bikin hi! Ê de heger hun mêr in, aha meydan babam, heger me bi têra xwe nekuta wan maran, bila ji min ra nebêjin “ji xirrê bavê xwe mishkê simbêl qeytan” ketiye, filan u fistan.

Şirove bike