Ji jinê re heye, ji pêlavan re tuneye

Ji berê de dibêjin: „Aqilê zilaman di serê xirrê wan de ye“. Lê bawer bikin ê Kurdan ne tenê aqil, her ti?tê wan di serê xirrê wan de ye. Hema bela kêfa haletê wan li cîh be, zarokên wan dimrin dimînin, welatê wan li ber lingan diçe naçe, dinya xira bibe nabe, ne xema wan e.

De ji xwe re li vê sosretê, li vê rûre?îyê binerin.

 

Li bajarê Edenê, ku piranîya taxên wê Kurd in, polîsên dewleta Tirko dixwaze pêlavan (solan, ?ekalan) li zarokên feqîran belev bike. Pi?tî lêkolînek dûr û dirêj, dibînin ku zarokên herî feqîr û hejar zarokên Kurdan in. Gava li nav piranîya taxên Kurdan digerin, dibînin ku piranîya zarokên wan xwas in, bê pêlav digerin û binê lingên wan çiriya ne. Çima? Ji ber ku xwedêgiravî bêkarî li Edenê zêde ye û bav ji bêperetî nikarin ji zarokên xwe re pêlavan bikirin. Lê rastî ne tenê bêkarî û tunebûna peran e ha, xelet fêhm nekin.

Axir..

Pi?tî polîs pêlavan li zarokan belav dike, bi çend zarokên Kurd re hevpeyvînan jî dikin.

Meselen Fethîye Kaçkan a 13 salî ji polîsan re dibêje:“Em 12 xu?k û bra ne. Dêya min diçe li nav erdê xelkê dixebite, bavê min nexwe? e û nikare kar bike. Ji ber vê em nikarin pêlavan li xwe re bikirin“.

Ev temam, dibe ku rast be.

Ummugulsum Kaçkan a 13 salî dibêje:“Sola min jî tuneye. Bavê min dixwaze bikire, lê ji ber ku naxebite, nikare bikire“.

Ehlen we sehlen.

Lê ya herî rast û xwe? kê gotiye hûn zanin?

Aysel Kiliç a 11 salî gotiye.

Aysel Kiliç ji polîsan re çi bêje ba? e gelo?

Eynen wilo gotiye:

„Em 26 xu?k û bra ne. Bavê min sê jin anîne. Kare sê jinan bîne lê nikare solekê ji me re bikire. Ji ber perên me tunene, ez û xu?ka xwe bi solekê îdare dikin“ filan û bêvan.

Hûn dibînin bê hinek Kurd zarokên xwe dixin çi halî ne gelî xwendevanan. Mêro 3 jin anîne, ji bo qelenê jinan pere heye, lê ji bo kirîna solên zarokan pere tuneye. Law ma ev edalet e qarda?im, ma insanetî ye, yan Kurdayetî ye ha!?

Ê helbet canim, bela kêfa haletê nav ?eqê wan li cîh be, zarokên wan pêxwas in, dizîyê dikin, dibin nijdevan, eroînkê?, jinfiro?, xwefiro?, ma xema kîrê wan e!?

Aha gellek ji Kurdan wilo ne ha..

Wey ne li ser xêrê be rebbî û hûn sax…

Edene

About The Author