Kele?kof jî hebe tam dibe Koçero!

Birastî ev cara ewil e ku ez xalê me ?ukru Gulmu? bi cil û bergên Kurdî dibînim. Lê xwedê heye, cil û bergên Kurdî ewqasî lê hatine ku nayê gotin. Tam bêhna Kurdayetîyê jê difûre ellawekîl. Tew ji xwe ew simbêlên wî yên qeytanî hene ya, wan cil û bergên Kurdî dixemilîne. Simbêl qeytan dayik bi qurban mlîtanoooo!

Xalê me ?ukrîu Gulmu? di malpera xwe www.sercavan.com de behsa serpêhatîya xwe û cil û bergên Kurdî dike. Ez zêde dirêj nakim. Heçê bi Tirkî zanibe bela serpêhatîya wî û cilên Kurdî bixwîne. Bi dîn û îman eynen di?ibe serpêhatîya Koçero ha. Tenê kele?kof ji milên wî kêm e, ew jî hebe mesele safî dibe.

Lê ez ji dil bdibêjim xalê ?ukrî, cilên Kurdî pir li te tên ellawekîl. Tu bi ya min dikî wan qet û qet ji xwe neke. Binere, wa wê jinika porzer jî ji te re gotiye „oooooo, gût gût, das îst ser gût“ û pesnê cilên te daye heyran. Ma ka ji vê xwe?tir cîgerim!

About The Author