P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Karê Xelef çû bertelef


Raca Xan

Werin li vê ecêbê binerin, li Endonezya ku ji %86 nifûsa wê misilman e, bi salan berê xwe dane qibleya xelet û nimêj kirine. Niha bohrana qibleya xelet rojeva Endonezyayê kiriye ?orba nîskê û xelk li nimêja ku heta niha kirine po?man bûne.

Di vê derbarê de Konseya Ûlema Endonezyayê (MÛÎ) belavokek belav kir û di belavokê de got:“Bi salan e me berê xwe daye qibleya xelet. Li ?ûna ku em berê xwe bidin Mekkeyê, me bi salan berê xwe daye Somalî û Kenyayê. Halîhazir hewce nake em temamê mizgeftên xwe xira bikin. Lê emê lotikek çareserîyê bibînin“ filan û fîstan.

Serokê MÛÎ Xelîl Ridwan ji ajansa Reutersê re gotiye:“Di mizgeftên me de qible xelet hatine lêkirin. Qûnekên ku mezgeftên me çêkiriye berê qibleyê dane Somalî û Kenyayê. Me bi salan berê xwe daye wan re?ikên bêderpî û nimêja xwe kiriye. Em niha di nava bohran û sergêjîyek mezin de ne. Hema bêjin ji ?ewba berazan xerabtir hatiye serê me ellawekîl“ û hêsir barandiye.

Ez serê we neê?înim, dibêjin: „Karê Xelef çû bertelef“.

Îcar ev jî mesela me û misilmanên Endonezyayê ye. Rebenan bi salan berê xwe dane qibleya Somalî û Kenyayê, xêr û bereketa nimêja  wan ji re?ikên qûnre? re çûye.

Îcar ka bêjin gelî xwendevanan?

Gelo wê xwedê teala nimêja wan qebûl bike yan na? Ê law ma Mekke li kuuuuuuu û Somalî û Kenya li ku?

Endonezya

Ev nivîs 327 carî hatiye xwendin


Yek şirove heye - “Karê Xelef çû bertelef”

  1. Vi gidi em kurd bi sè kiblènin.kiblè Lale§à nurani.kiblè xiz,diz u gunahkaran .u kiblè ana tirk baba ne bu kurd.

Şirove bike