JI BO KÊ XIZMETÊ DIKIN?

 Xelkê Culemêrgê  gelek tengezar e. Li gor bajarên din jî gelek pa?da maye. Dema kesek ji xwe re xanîyekî lêke, hewceye ji ba xwedîyên  mitahitan ma?înên kar kirê bikin. Lê mixabin ew jî zehf baha ne û quweta xelkê jê nagire ku wan kirê bikin.

Ozel îdara Culemêrgê jî  jibo xizmeta bajêr ma?înên xwe yên kar hene. Xelkê bajêr yên ji xwe re xanîyan lêdikin, diçin wan ma?înan ji xwe re dibin û karê xwe pê diqedînin. Bi tenê heqê mazot û ?ofêr didin û hew.

Doh  ji wan ma?înên kar loderk, qamyonek û barkerek çûbûn zozanên Berçelan (ku 20 km ji bajêr dûr e û 3 hizar û 700 mitroyan bilind e) jibo stadyoma Culemêrgê  çîman bînin. Apaçîyên wan deveran ew her sê makînên ku di xizmeta xelkê Culemêrgê yên tengezar de bûn ?ewitandin. Tam di vê dema ku xelk ji xwe re xanîyan lêdikin de, ev karê xirab pêk anîn û per û baskên xelkê ?ikenandin.

Îcar ez ji we xwendevanan dipirsim qurban:

Gelo ev celeb kes jibo kê û jibo çi  xizmetê dikin?

Heçê tê derxe ezê ?û?ek Coca Cola jê re bi?înim.

Culemêrg

About The Author