P. Kemal
Kurd yek millet e, Kurdistan çar parçe ye
Devliken Kelogirî
Ax Kurdistan Kurdistan Navê Te Çi Şêrîn e!
B. Ronahî
EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
PEVAJOYEK NÛ
B. Qendilê
Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!
R. Kal
BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Serok Barzanî û rola wî
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?


Senger Îloz

Li ser daxwaz, xwestek û teko?îna Kurdan gelek nivîs têne nivîsandin û we?andin. Lê belê pirsa; ‘Gelo Kurd çi naxwazin û ji çi ne razî ne?’ zêde ne hatiye nîqa?kirin. Min xwest wek Kurdekî bi awayekî çavnêrî balê biki?înim ser vê mijarê.

Ramyar û zanayên me kêm zêde li ser dayîna mafên Kurdan û daxwazên wan çend gotinan dikarin bêjin û ramanên xwe jî bi awayekî tînin ziman. Lê ez berevajî difikirim û dixwazim ‘Kurd çi naxwazin?’ bînim ziman. Gelek pirsgirêk û arî?eyên li ser dayîn, pejirandin û tehemulkirina mafên Kurdan hene. Deshilatdar û serdest qet naxwazin van mafên xwezayî bibînin û heta ji wan tê pa?guh dikin.
Gelo Kurd çi naxwazin û ji çi ne razî ne?
1- Kurd naxwazin, bi zimanê serdest û deshilatdaran biaxivin.
2- Kurd naxwazin, li dibistan û zanîngehên ku zimanê wan tê de qet tune ye perwerde bibin.
3- Kurd naxwazin, navê kûçe, kolan, tax, gund û bajarên wan bi navekî biyanî bin.
4- Kurd naxwazin, navê sazî, dibistan û odeyên rêveberiyên herêmî yên curbecur bi navê serdestan bêne binav kirin û kesayetî û hêjayên civaka Kurd jê bêpar bimînin.
5- Kurd naxwazin, li ser hemû berhem û merqeyên xwarin, vexwarin û her wekî din navên bi zimanê serdest û biyaniyan binivîsin.
6- Kurd naxwazin, stran û çîrokên xwe bi zimanekî din hîn bibin, li wan guhdar bikin û bixwînin.
7- Kurd naxwazin, çand, huner, ûrf û edet û kevne?opa xwe bi zimanekî din hîn bibin û bijîn.
8- Kurd naxwazin, li ser kolanan bêkar û eware bigerin.
9- Kurd naxwazin, ku tu kes ji wan re bêje; ‘Zimanê Kurdî qelse û têra jiyan û afirandina berheman nake’.
10- Kurd naxwazin, li welatên ku lê dijîn rastî miameleya penaberî û çîneke bindest bibin.
11- Kurd naxwazin, zarokên wan ji bo avêtina kevirekî di heps û bendîxanan de birizin.
12- Kurd naxwazin, hemwelatiyên gelên serdest êdî ji wan re bêjin; ‘Em xwi?k û birayên hev in. Bi hezar salan em bê ?er û pevçûn bihevre dijîn’.
13- Kurd naxwazin, êdî hevdu bi xayîntî û îxanetê tewanbar bikin.
14- Kurd naxwazin, li ser daxwaz û xwestekên serdest û deshilatdaran birakujiyê bikin û tirê ji hev berdin.
15- Kurd naxwazin, baca ku didin dewletên deshilatdar li deverên din were xerc kirin û bi top û bombeyan li wan vegere.
16- Kurd naxwazin, di qada navnetewî de li ?ûna navê xwe û herêma xwe bi navê dewletên deshilatdar bêne binavkirin.
17- Kurd naxwazin, Kurdên ku di nav pergala serdestan de hatine bi?avtin û asîmilekirin ji wan re bêjin; ‘Bav û bapîr, an jî dayik û dapîra min jî Kurd bû. Em hînî ziman û çanda xwe nebûn û niha jî bi vê jiyana xwe em kêfxwe? in’.
18- Kurd naxwazin, li ber deriyên hemû sazî û dezgehên dewletê ji aliyê le?keran ve bêne pê?wazîkirin.
19- Kurd naxwazin, bi bijî?k, mamoste û rêveberên xwe re neçar bimînin ku bi zimanekî din biaxivin û derdê xwe bînin ziman.
20- Kurd naxwazin, ji bo berjewendiyên rojane hesûdiya hev bikin û bi zimanê deshilatdarên xwe bihevre biaxivin.
21- Kurd naxwazin, hemû çavkaniyên wan ên binerd û sererd bêyî ku tu fêde li wan bibe, ji aliyên deshilatdaran ve bêne bi kar anîn.
22- Kurd naxwazin, bi ol û baweriyên hevpar bêne xapandin.
23- Kurd naxwazin, TV, rojname û pirtûkên bi ziman û naveroka li gor dilê deshilatdaran we?anê dikin bi?opînin û bixwînin.
24- Kurd naxwazin, li her welatê ku lê dijîn bi nasnameya welatên din bêne naskirin.
25- Kurd naxwazin, serkeftinên wan ên werzî?, sînema, muzîk û her wekî din wek destkeftinên deshilatdarên wan bêne nirxandin û binavkirin.

Ev nivîs ji bo ge?kirin û xurtkirina Lotikan diyarî ye…

Ev nivîs 799 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?”

  1. Dest sax hêja.

  2. keké sal?h b? vé n?visé gelek t?r j? n?viskarén lot?kxané berdan desté te terbe

Şirove bike