Apo apo apê me, tu yî Be?îkçî yê me!

Hem di nav Tirkan de û hem jî di nav Kurdên bakur yên îro de kêm kes wek Îsmaîl Be?îkçî gunikre? derdikevin. Boxê berana, insanê insan, heqparêz û Kurdperestê Tirk Sosyolog Îsmaîl Be?îkçî, dîsa raserî lotik û neinsanetîya sawcîyên dewletê hat. Lê apê me, apê Kurdan Îsmaîl Be?îkçî, wek hercar serê xwe ji sawcîyên dewletê re xwar nekir, dîsa got “Kurd”, dîsa got “Kurdistan”.

Kuro bela piranîya serok û  siyasetmedarên me xulamtîya ferek gunikê te bikin apê Îsmaîl! Ez bi serê te kim tu kurê bavê xwe yi, te ?îrê helal mijtiye û hew.

Çima ku di nivîsek xwe de li ser mafê çarenûsa gelê Kurd nivîsandibû, sawcîyên dewleta virqo dîsa bela xwe li apê me Îsmaîl Be?îkçî xistin û doz lê vekirin, ji 7 heta 15 salan ceze jê re dixwazin. Di dema îro de ku pirsa Kurd û Kurdistanê qada navnetewî jî derbas kiriye û gihaye hîm, roj û marsê, sawcîyên dewletê hîna jî wek hespên ku berçavka ?evê li ber çavê wan e der û dora xwe nabînin, wek keran kerr û lal in nabihîzin û guhên xwe ji rastîya Kurd û Kurdistanê re digrin.  Di dema ku heta bi serokkomar, serokwezîr, mi?k û pisîkên Tirkiyê jî rastîya hebûna pirsa Kurd qebûl dikin, sawcî hîna jî li ser sergoyan ji xwe re bi heftokan û xar û qirû? dilîzin û înkara Kurd û Kurdistanê dikin. Lê apê me Îsmaîl Be?îkçî tirr di wan de kir fissssssssssssssssss, di dadgehê de da bin dûvê wan û dîsa got: “Kurd û Kurdistan heye min di we kirino” û qû? li wan qetand.

Apê me Îsmaîl Be?îkçî ji sawcîyê 11. dadgeha giran re gotiye:

“Dev ji van çîrok û çîvanokên Elî Osmankî berdin sawcî begefendî. Qa?o Tirkiye dixwaze di Rojhilata Navîn de bibe serok û xwedî gotin. Lê xeyalan nebînin cîgerim, heta Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke nikare tu gûyekî bixwe” û wek mirî?ka gêj anîye serê sawcî.

Pi?tre apê me Be?îkçî, boxê berana, kilê çavê insan û insanetîyetê gotiye:

“ Sawcî efendî, oxlim, parçekirina Kurd û Kurdistanê bûyera herî girîng a Rojhilata Navîn e. Di vê derbarê de mafê axavtinê yê zanîngeh, medya û nivîskara ye. Doz û lêpirsîna sawcîyan ji korkirin û astengkirina ramana azad pê ve ne tu gû ye” û daye bin dûvê sawcîyê dewleta virqo.

Ez serê xwe, we û serê apê xwe Be?îkçî neê?înim, xwezî yekî wek Îsmaîl Be?kçî bibûya serokê Kurdên bakur û hew.  Law serokên me îro daketine xi?xi?ê û Kemalîzmê diparêzin, lê gunikre?ê Tirk Îsmaîl Be?îkçî zêdeyî 30 sala ye Kurd û Kurdistanê diparêze û gavekê bi ?ûnde navêje. Hem jî di ber doza Kurd û Kurdistanê de jiyana xwe di zindanan de derbas kir haaaa..!

De îcar bêjin qurban:

Ma serokatî ne layiqî Îsmaîl Be?îkçî ye babam?

Stenbol

About The Author

7 thoughts on “Apo apo apê me, tu yî Be?îkçî yê me!

  1. Law bila xwedê tam hezar u yek zerik u nermikên agirpêketî bike qismetê apê me I. Beshîkcî qerdashim. Ellawekîl ji vî mirevî bêtir kes nebuye kurdperest, jiyana xwe di ber ra derbaz nekiriye erqadeshler. Bi xwedê, bila hezar u yek tifu li wan serokên bê xiyar u gunik be dînime îmanime lo.

  2. Divê mirov dest bide ser wîjdana xa.. Nûçeye ku bo Îsmaîl Be$îkçî, $êweyekî herî xa$ik hatîye bela kirin, rastî jî LOTIKXANE bû. Mala we ava karmendên LOTIKXANÊ.

  3. “ Mêr di oxirmê giran da kif? dibin “ Ew kesên newêrek û tirsonek divê ji kekê BE?IKÇÎ sûd wergirin ….

  4. Ne seroki, ne ji xwulami.dostè eziz u zireki.u ne çakilmasti ha.nabeji ana u baba tirk.kurd u kurdistan dibeji.bla namxeram u namerdan bibisi.

  5. B?réz ?sma?l Be?ikçi caméreki téri xwe zana,mirovhez-?ore?ger u dosté mirov u neteweyén b?ndest e.
    D?vé Em b? her awayi p??tg?riya wi b?k?n u l? wi xwedi derkev?n..Ew ne b? tené Mamoste,ronakbireki yektaye b? zanabuna xwe ronak d?de havirdora xwe..
    U ew l? ber d?lé m?n gelek b? rumet-eziz u qedrb?l?nde..

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.