Osmanê me virqînî ji Tirkan anî

Tirk dîsa dîn û har bûne û ha ha êrî?î serok Osman Baydemîr dikin. Çima ku Osmanê me li bajarê Elezîzê axavtinek qerase kiriye û di nav sînorê Tirkiyê de behsa pêwistîya „Kurdistana xweser“ kiriye, wek çeqel û keftaran kef ji devê Tirkan diherike, ha ha diewtin û dizûrin.

Tew ji xwe gava behsa axavtina Baydemîr û „pêldana ala Kurdî“ dikin, wek ku hinek di ser dê û jinên xwe de dîtibin dîn û ?êt bûne.

Çima ku Osmanê me di axavtina xwe de gotiye: “Cîger û kezebno, ma ku li ber ?aredarîya me ala Tirkiyê û ala Kurdî bi hevre bên daliqandin çi dibe? Ma dinya xira nabe wî“, Tirk bûne wek kerên ku mozik bi der qûna wan ve bigre, ha ha didin lotik û zîtirkên bergîlkî.

Tew ji xwe ew hacûcê Cemîl Çîçik heye ya, ewê wezîr lo, agir ketiye navrana wî û ji Osmanê me re gotiye: „Organlari degî?mî? adam – mirovê ku lebatên wî hatine guhertin“.

Yanî, çîçik kurê çîçik dixwaze bêje ku „Osman Baydemîr bi xwe Tirk e, lê lebatên xwe guhertine û niha bûye Kurd, bûye terorîst“ filan û fîstan.

Ez serê we wek serê Cemîl Çîçik mezin nekim, serok Osman Baydemîr dîsa lotikek xwe? û pîroz avêt, ev tirr ji cewrikên Asenayê re nehi?t û got KURDISTAN

Xwedê xêra wî qebûl bike û hêvîdarim wê li bihu?ta rengîn bibe serokê 70 horîyan jî.

Amed

About The Author

10 thoughts on “Osmanê me virqînî ji Tirkan anî

  1. Rêzdar Serdar Mirad, mirov çawa nûçan weqas xa$ik $orove dike. Ez çi bibêjim, mala te ava birader.

  2. wa mirxas ew e haaa.

    biji Serok baydemir. xwedé tu seré me qém neke

    r?zgariya kurdistan nézike ciqerim. em é ala kurdistan l? ser bedené amed dal?qénin

    Biji Kurd U Kurdistan

    nalet t?r??kciyén weki cemil çiçik bé. Amin

  3. Osmano ?texalya te ji qu?anêye weleh ,ma wê dinya xerabibe,hûnjî hene û emjî hene ma qey ev derewe law.

  4. Car u carin tu kurdek temami.bes car u carin ji zebej gora isot di bit. §al u §apik ci lè hatiyi.gidi ne belqitiyo de bici ,li ser textà paytexè bi cil u bergè kurdi runi.bla li qunà çemil çicektà istiriyè defè derbiketi.de devran a te bi bit.ana kurdi,baba kurdi.lanet li ser cakilmestan bi bit.

  5. Serkeftin a Zebe?ê ye û hew!
    Em serokê/a Kurdewar dixwazin, ne ê kemalîst-parêz.
    🙂

  6. Wllehin em jî téde heyirîn yaboo. Em li sr mezhebekî nasekinin, Hîn me Demokratik Cumhuriyet Fahm nekiribû em derbasî Demokratik Konfederalizmé bûn, me hîn tahma devé xwe xwe? nekiribû anoka jî Özerklik derket holé. Xwedé mezine hela bé sibehîn we çi proje derkeve.

  7. Her biji seroke seredariya Amedé Osman cavres kurdé wek hikmet cetin,kado aksu,sedo bucak bi qurbana gu yé te bin.u hinek tirsonekén din ku dibéjin tirk u kurd birayé hevin ji bi qurbana te bin em u tirk tu cari nabin birayé hev em ancax karibin bivin cirané hevdu her biji tu heval Osman

  8. ki got ci bla beje muhim kiryare pratike.
    ka dem.özerlik nawaroka ciye gelo ki got .seroke mazin apo got .ne wulo ?
    bi xwede li hemeber tirka ez baydemir diparezem le gel Kurda naxer naparezim
    cima?
    penc kurus nake dem.özerlik.ji bo pesiya kesen azadi u serxwebune bibire nehele bibe hez u rexistin lisk weye.apo bixwe dibeje heger pewisbe em karin basur ji tekin nava misaki mili
    baydemir heger kanda dij tc merani dike bila kemasiye apo ji beyne zeman .we deme ez dest mac bikim

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.