P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

TEQAWÎTBÛNA XWEDÊ


Bavê Ronahî

Tê gotin ku xwedê rojekê biryarê dide ku teqawit bibe û yekî bike ?ûna xwe. Radibe

gazî  Dawût, Mûsa, Îsa, Mihemed pêxember û Melekil Tawiz dike ku yek ji wan cihê wî bigire û bibêje ez bûme xwedê.

Dawut pêxember dibêje: ” Min got  ez qasidê xwedê me, kesî ji min bawer nekir, belayên mezin anîn serê min.  Ez ji çavên xwe û ronahîya dinyayê mehrûm kirim. Heke ez bêjim ez xwedê, me wê qerase  û singan têxin min”.

Mûsa pêxember dibêje: ” Min got  ez pêxemberê xwedê me, min emrên wî ji bo we anîne, Firewûnan ez û miletê min kirin kole. Heta ez jê filitîm ava re? di çavên min de hat. Heke ez bibêjm ez xwedê me, wê la?ê min hûr-hûr bikin û bavêjin ber segan”.

Îsa pêxember dibêje: ” Min got ez kurê xwedê me, ez li çarmixê xistim.

Heke ez bêjim ez xwedê me wê, min wek hirîyê veçirînin”.

Mihemed pêxember got: ” Min got ez resûlê xwedê me, ez ji welatê min derxistim,

diran û çena min ?ikandin . Heke ez bêjim ez xwedê me, wê min bikin ecîn û kofte”.  

Melekil Tawiz got:: ” Min got ez melekê xwedê me, mamhostayê meleka nim, heta niha jî naletê li min dikin û keviran li min dibarînin. Hema di cihê xwe de rûnê, kes nakeve cihê te û ji bo te teqawitbûn nîne û hew”.

Ev nivîs 421 carî hatiye xwendin


Comments are closed.