Zar’a bavpîrên me hat dîtin

Kurdistan dayik û hêlîna mirovatî û ?aristanîyê ye. Bavpîrên Kurdan bi ?arezayî û aqilmendîya xwe  medenîyet belavî dinyayê kirine. Lê mixabin nevî û torinên wan bi dijminên xwe hatine xapandin, tên xapandin û dijminên wan jî li ser koka wan rûni?tine, hemi nirx û hêjajîyên wan ji xwe re birine, dibin û dikin yên xwe, mohra xwe li ser berhemên wan dixin.

Mesela me li ser lîztika „tawla“ yê bû.

Çawa ku „satranc“ lîztikek bavpîrên Kurdan e, carek din derket holê ku „tawla“ jî Kurdan afirandiye. Ji xwe ji hejmaran jî kif? û e?kere ye ku tawla ya Kurda ye û bi destê Kurdan hatiye afirandin.  Bala xwe bidinê, hejmarên tawlayê tev bi Kurdî ne. Hep yek, du bara, du çar, du pênc, du ?e?, ?e? pênc û wekî din.  Lê arkeologan carek din peyitand ku tawla malê Kurda ye û afirmendên tawlayê Kurd in.

Arkeologa Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê Prof.Dr.Aynûr Ozfirat û tîma xwe, li kendalên çiyayê Agirî yê (Gilîdax, Ararat)  lêkolîn û vedanek berfireh kirin û di encama vedanê de „zar“ a tawlayê dîtin. Temenê zarê 2.600 sal e. Ango, berî 2.600 salî bavpîrên Kurdan bi tawlayê dilîztin.

Helbet wê niha Tirk bêjin: „ Bi dîn û îman tawla ya Tirka ye“ û mohra xwe li ser vê berhema Kurdan xin. Ev sedî sed e. Lê ku Kurd li mal û berhemên xwe xwedî dernekevin, helbet wê Tirk li ser koka wan rûnên û li tembûrê xin. Çawa ku Tirkan Newroz kirin ya xwe, wê tawla Kurdan jî bikin „xalis muxlis lîztika Tirkan“ û lotikekê li Kurdan xin.

Werhasilî kelam, ez bawerim heta ev qûn li ser me Kurdan be, wê Tirk gellek dar û mircaqan di me de bibin wesselam…

Agirî

About The Author