Fatê were daweta bê tembûr!

Cemîl Cewher Serokek ji serokên Kurdên sererd û binerd Adanalî Duran Kalkan abêmiz da lotikan û di derbarê felaketa Cizîrê de axivî. Kalkan ê ku ev 40 sal in...
Image processed by CodeCarvings Piczard ### FREE Community Edition ### on 2016-02-16 06:21:12Z | http://piczard.com | http://codecarvings.com

Cemîl Cewher

Serokek ji serokên Kurdên sererd û binerd Adanalî Duran Kalkan abêmiz da lotikan û di derbarê felaketa Cizîrê de axivî. Kalkan ê ku ev 40 sal in hîna jî dewleta Tirk nas nekiriye (!) (ji min û we baştir nas dike, lê kumê xwe li serê Kurdên xwelîser dike) çima ku bi zilmek mezin êrîşî ser Cizîrê kiriye, gazindan ji zilma AKP dike.

Duran abêmiz, ku ev 40 sal in mohra Silêman pêxember di destê wî de ye û wek Tirkekî serokatî û rêveberîya Kurdên xwelîser dike, gotiye: ” Encamek pir giran derket holê. Em ne li bendê bûn ku êrîşek hewqasî mezin bê ser me, em xapîyan, me li Cizîrê şaşî û xeletî kir. Dijmin be jî, me hêvî ne dikir ku wê hewqasî êrîşkar û barbar bin. Me digot qey insan in. Lê meriv rastîya dijminê xwe nas bike jî girîng e”” filan û fîstan.

Yanî, efendî ev 40 sal in hê dijminê xwe nas nekiriye û bawer kiriye ku wê dijminê wî bi gul û çîçekan, bi nêrgiz û beybûnan pêşwazîya xendekên wî bikin.

Wey merheba ji te re abê!

Ê baş e qardaşim, madem hûn xapîyan û madem we li Cizîrê xeletî kir, çima hûn li Sûra Amedê, Nisêbîn, Silopî, Şernex û Xezexê şerê xendekan nadin rawestandin? Yan ew jî ne xeletî ye? Yan divê hîn bi sedan Kurd bên kujtin û bi hezaran jî terka warê xwe bikin heta go hûn xeletîyên xwe bibînin? Madem şaşî û xeletî ye, şerê xendekan bisekinînin û xelas, waweylê!

Kalkan abêmiz bi mîrkutan rabûye ser serê hikûmeta AKP, çûye û hatiye, vir de çûye û wê de çûye, piştre mijar anîye ser hikûmeta başûr û bi taybet jî şûjin di PDK de rakiriye. Çima ku qaşo PDK li hember şerê xendekên Cizîrê bêdeng maye û nedaye lotikan, Duran abêmiz ew kirine şirîkên zilma AKP filan û fîstan.

Yaw qardaşim, tu bi devê xwe dibêjî “me şaşî û xeletî kir, me hesabê encamek hewqasî giran nekiribû” û li xwe mikur tê. Ma PDK ehmeq e ku bibe şirîkê şaşî û xeletîyên te babam? Belkî lotikvanên PDK berî te ew şaşî û xeletî dîtibin û nexwestibin bibin şirîkên xeletîyên we, ma hûn PDK jî wek xwe xeşîm û nezan dibînin cîgerim, wî! Yan wê herkes bibe şirîkên xeletîyên we, yan jî hûnê wan bikin şirîkên AKP û çirto û virto, wele yabo xweş mesele ye.. Bela wekîlên we di meclîsa AKP de rûn li ser nanê AKP bikin, bela di jiyanek xweş û luks û têr pare de bijîn, bela zarokên wan bêhna barûda Cizîr û Nisêbînê nekin, lê PDK şirîkê AKP ye ha.

Fatê were daweta bê tembûr!

Kurdistan

Categories
Cemîl CewherKadînQuncik
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...