Karayilan lotikek bêîman li xalê me Bûrkay xist

Pi?tî ku vê dawîyê xalê me Kemal Bûrkay hevpeyvînek da rojnama Taraf ê û rexne li lotikên PKK girt, generalên PKK jî rabûn ser tapanan û di ajansa ANF de xalê me Bûrkay dan ber lotikan, îmana wî teneke kirin. Bi taybet Mûrat Karayilan, di hevpeyvîna di ANF de sînor mînor nehi?tin û xalê me Bûrkay wek ajanê dewletê nî?an da.

Cîgerim Karayilan dibêje:„Kesên ku bi dostanî û bêyî ku înkara rastîyan bikin me rexne bikin, ehlen we sehlen, ser seran û ser çavan. Em rêzê ji wan rexneyan re digrin.  Heger hûn kêmasîyên me bibînin me rexne bikin, em ne li dijî rexneyan e. Lê  hinek hene ku ji rexneyan wêdetir dijminatîyê dikin û li ser dijminatîya PKK diçêrin, nanê xwe pê dixwin“ filan û bêvan.

Karayilan, meselê tîne ser xalê me Bûrkay û lotika xwe davêje:“Meselen yekî bi navê Kemal Bûrkay heye. Ev kes zêdeyî 30 sala ye dixwaze  ji 100 endamên taybet ên ?er zêdetir zirarê bide me. Heger piçek wîjdan û namûs pê re hebûya, wê rêz ji vê berxwedana qehremanî re nî?an bida. Lê tucarî ev rêz negirtiye“ filan û xeftan.

Werhasilî kelam, ez zêde serê we naê?înim û wek Beko Ewanan naxwazim meselê bikim ?orbe. Helbet wê xalê me Bûrkay di bin vê lotikê de nemîne û wê bersiva xwe bide.

Lê xwezî ji mîrê keremê re, rojekê cîgerim Karayilan ji Devlet Bahçelî, Denîz Baykal û Îlker Ba?bûg re jî bigota „heger namûs bi wan re hebûya“ û hew.  

Çima ma Devlet Bahçelî, Denîz Baykal, Îlker Ba?bûg û sermezinên din ji Ey?ika Ereb in babam? Carekê ji wan re jî bêje „bênamûs“ ma dinya xera nabe, halla hallaaaa!

Axir canim, aha em Kurd ev in ha gelî xwendevanan. Em ji hev re xurt in.

Wey bavooooo wey bavoooo!

Amed

About The Author

10 thoughts on “Karayilan lotikek bêîman li xalê me Bûrkay xist

  1. Ê babam chima kunekên wekî Devlet Bahchelî, Denîz Baykal, Îlker Bashpoch, Silo Demîrel, Ecoyê Oxlen, Tansu Chîlchîlk, Kenan Devîrmen u yên din ji xwe ra bike derd, hi? Van dolheram bi hezaran kurdên bê guneh dane kushtin, lê cîgerim Miradê Resh rojekê jî negotiye „hey min li we kirino, ez vê tirrê ji we ra nahêlim“. Chi gotiye? Li ser bextê tenurên gundên me be, gotiye „em naxwazin ji derî sherê huquqî, sherekî „kîrlî“ („pîs“) bikin, weyyy“. De hun dibînin, dewleta tirkan ya bê namus temamê Kurdistan-ê wêran kiriye, hemu gundên kurdan vala kiriye, tecawîzî jinên kurdan kirine, li ber kameran gulleyan berdidin ser kurdan, baskên zarokên kurdan mîna darê dishkînin …“. Aha ji we ra Miradê Reshik qerdashim. Law ma hun u demoqrasî, bîsmîlla bîsmîllaaa. Îcar demoqrasî u Qendîl? Ma ev tirshik qet chêbu cîgerlerim hi?

  2. Ev berpirsîyarên apoyî çiqwas bêedebin lo.Burkayî bi temenê xwe rûspîye mirov fedî dike peyvên kîret necûyî bibêje ne wilo?

  3. kemal burkay ajane,abdulmelik ajane,ya?ar kaya ye ku b? sala pkk digor pêxembere ajane,mahmud al?nak ajane,??van perwer ajane,mesud barzani u talabani ajane,selim curukkaya ajane,hog?r,mehmet sener,sipan rojh?lat,kani y?lmaz ajane,?ükrü gülmü? ajane,kendal nezan ajane, 30 milton kurden hene yen ku deng d?d?n 2.5in yen d?n 20 milyon kurd?n hemu ajan?n
    ki ne ajane :murad karay?lan cemil bay?k mustafa karasu u sevahir bay?nd?r emine ayna fatma kurtulan sebahat tuncel
    kurden di hemu bênamusun u ajan?n
    bila were be
    ê navê we d? xebat u teko?inede tuneye çi cara m?n hun an malbata we di ?ere azadiya gelê kurd de ne ditiye xaloo
    hun kê d?xapinin…

  4. Bè namus u ajan a xwu inkar bikit.Be namus u ajan pincè selanik dost u §ore§ger bibini.ajan u chas ji dijminè netevè kurd èf u ozrè xwu beji bè §eref u bè xesiyeti.ez li ser ruyè kemalistèn kemalistà bimizim.dol xeramen bèjan.

  5. Bi xwedê ez bi xwe ji siyaseta sayin bashqan Kemal Burkay-ê me tirshikî bume lo. Êdî ez ne têm xwarin u ne jî têm avêtin ellawekîl. Lê bi serê memikên xaltîka Fatê yên agirpêketî be, sayin bashqan Marê Resh tirr ji vê meselê berdaye. Yaw we heta niha jî qîmeta pîvazekê nedaye ashtî u dîmîxrasiya di nav kurdan da. We heta niha bi sedan caran ji tirkên bê namus daxwaza ashtiyê, biratiyê kiriye u kemalîzm bi dilê milletê kurd da chikandiye babam. Lê mixabin tenê carekê jî nexwastiye bi kurdan ra ashtî u yekîtiyê chêbikin, wîîî. Îcar ev chi gotinên qirase ne tu dikî heyran, qurban.

  6. ma hun kurda k?r?n pênc pere viiii eyibe
    Weylooo hema em hemu ajan?n bavê m?n
    bavu kalê me ji ajan?n ê goristane ji ajan?n kes ma ciqerim ne ajane
    em apoci ji ajan?n temam b?la d?lê ve xwe? be viii êdi beseeeee

    dev wan peyvê xelet berdin qarda??m.

    xwe lotikan berdin haaaaa weyyy

  7. Ev karê PKK’ê ye. Eva 30 sale ku xwedêgiravî ji bo xelasîya Kurdistanê ser û bihevcûnê dikin, lê heta niha jî xwesik fêrî uslûba rexnekirinê nebûna. Yanî ci kesê ku ew rexne kirine û xwestina wan ji ser rêya wan a sas û xelet vegerînin ser rêyeke Kurdistanî, wan didin ber xeberan û heta „infaz“ jî dikin. Ma gelo hun zanin bê ma heta niha destê wan ketîye xwîna cend kurdên welatparêz? Gelo cima, ji ber ku li dijî wan derketine û serê xwe li ber shêxê wan ne tewandine. Gava mirov rexneyan dikê li gor uslubâ ahlaq û edeba sîyasî rexneyan dikê û bersivan didê, lê ev Murat Karayilankê me, ku Xwedê zanê ka heta niha cend kurd kustina an jî dane kustin, wek serokê xwe fêrê xeberan bûye. Hingî serokê wan xeber dikirin wan û ew li himberî raya gistî rezîl û riswe dikirin, ew jî fêrî wê dersa wî bûne û ha ha dixwazin bi xeber, tehdîd û santajan kesên wek Birêz Burkay cavtirsandî bikin. Lê bila ber bas zanibin ku eva 30 sale Birêz Burkay van tistan tînê ziman û xeletîyên wan radixê ber cavan, lê Burkay ticara jî ji tehdît û mehdîdên kesên wek Murat Karayilanê mirîdê mirîdan netirsaye û her li ser gotina xwe maye.

    Niha heke ku xeletîyek di deverekê de hebê, mirov radibê dibêjê wele filan filan tist ne raste û bersiva xwe didê, lê Murat Karayilan vî jî nakê, ji ber ku ew bi xwe jî zanê ku ev tistên ku Burkay anîna ziman hemi rastin, lê ji bo ku serê mirîdan tevlîhev nebê ew dest bi vê yekê dikê. Lê hêdî her tist eskere tê kirinê. Hêdî pêwistî bi gotinên Burkay jî nîne, ji ber ku bûyera firokeyên Heronan, bûyera li Tokatê û bûyera li Hatayê, ku MHP/Jitem û PKK’ê bi hev re êrîsek pêk anîbûn. Û ji xwe bûyera li Batmanê ku 3 bira û kuramekî wan bi hev re hatin kustin pistî ku pê li mayîna PKK’ê kirin hê tazeye.

    Ma Burkay ji Murat û hevalê wî re got hun hun bê namusin ku Muratko van gotinan bi kar tînê? Heke ku hurmeta wî ji bo wî û ji bio rûsipîyên kurdan re hebûye wê ev uslub bikar neanîye. Gelo ev sibe bibin desthilatdar wê ci bikin? Wele wê rahmel li bavê dîktetor Saddam bînin.

    Mirov bi helwest û rabun û runistina xwe sexsîyeta xwe dîyar dikê. Murat Karayilan jî bi vê usluba xwe a bê edeb sexsîyata xwe û rûyê xwe ê kirêt nîsanî raya gistî da.

  8. em Kurd bi Kurd e wega esqere em bejin.
    Li amede sala 1979 da turkes e seroke yekem ku iroj naw Mhp ye.wellehi Amed nehistin nige turkes axa Amede bikeve ,teyara wi daket u pisti 15 dk cardi rabu hava u cu.herkes we yeke zane
    ijaa em weri ser mesele….bavemin rasti ji tu mahreres e(karayilan)u tu buye hespe truva nav dile Kurdan
    bi namus u serefe sond dikim ez Burkay ji heznakim..le feqet hema chi dibe bla bibe Kurde u heta iroj ji negotiyedayika min tirke bla devlet imkan bide ez xizmet bikim ji bo misaki milli u negotiya atatirk demokrata.( anam tirktir u bana hizmet imkani verin u atatirk demokratir)
    ma Mahrereso ma iroj li Amede her cadde tabela partiya Mhp heye merooo de ez kerase mhp di bevila te kim.
    welehi burkay chi dibe bla bibe gelek peyve wi raste
    karaliyan katile cend xorte Kurdaye xwede zane.heri davi tiste em zane Nasir -(merkez kordina genel u eyalet mesandiya)Faik(Basure.b)u gelek kesan kustiye
    feqire burkay cima ku wa rastiya dibeje ne wulo?ija cava ?ser pista te jiyan dike qunee.

  9. K.Burkay,eva zêdeyî 40 sale ji bo gelê kurd,li gora imkanê xwe xizmet u siyasetê dike
    Siyaseteke pakij u zelal.Ne destê wî di xuna kurda birakujî u nejî di talan u hilwesa kurdistanê de heye.
    Yê ku Ewil di programa partyê de Federasyon danî partiya wî bu,yek ji wanê ku ewil li kurdistanê dest bi xebata siyasi,civakî u komelatî kir partîya wî bu.Yê ku ewil dest bi wesana rojneme u kovarên bi kurdî kir ew bun,yê ewil li Kurdistanê bi namzetên serokê beledîya kir u li amedê u agirî bi dest xistin pertîya wî bu.yê ku li ewrupa ewil Komele wekirin u dest bi karê lobî yê kir ew bun.yê ku rumet da cand ,hiner u edebîyata kurd u bi sedan berhem wesandin partîya wî bu.Li hundir u li derveyî welat yê ku rumet da Hozan, rewsenbîr u ronakbîrên kurd ew bun.(Hevalên qarayilan dema dixwestin ku Hozanê Gel S.Perwer bikujin, yên ku wî diparastin partiya wî bu) u hina meriv dikare dirêj bike.
    Lê dewletê ev dît u hun derxistin pîyasê bi pistgirya dewletê we rê li ber wan u rêxistinên din girt
    Erê birakê Karayilan kurda pistgirya wî nekir,pistgirya we kir.ji basur hata bakur,ji rohilat heta ro ava kurda pistgiri dan we.Mal dan we, can dan we mülk dan we, gund u bajar dan we ev sih dale hun bi gelê kurd dilîzin.geh serokê we dibe xwarzîyê tirka geh generalên we dibin ixanetcî u sixurê tirka.
    Wê ji bir mekin Karayilan! Gelê Kurd tu hesaba nikare ji Kemal Burkay bixwaz ê ji ber ku nedaye wî, Hesabê gel bi we re heye ji ber ku hemu tistê xwe daye we. divê hun hesabê 30 hezar canên kurd bidin,divê hun hesabê xerabkirina 4000 gund u bajara bidin,divên hun hesabê kocberbuna 5 milyon kurd bidin, hesabê bi sedhezaran
    ku di cerxa iskence u zindanan da derbasbune bidin, Divê hun hesabê kustina bi hezara welatparêza u kesê bi were haval ku we kustine bidin,hesabê wan zarokên kurd ku li bajarê tirka li ser cop u zibala digerin bidin. Ev ne Eserê Kemal Burkay in Heval Karayilan! ev berhemê we ne. Îro nebe sibê wê her gel vî hesabî ji we bixwaze.

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.