Xalê me Zebarî da bin dûvê Re?o

Xalê me Ho?yar Zebarî, yanî Wezîrê Derve yê Iraqê, pehînek qerase avêt bin dûvê Amerîka û serokê wê Re?o. Ho?yar Zebarî, ji rojnama Îtalî Corrîere della re axivî û...

Xalê me Ho?yar Zebarî, yanî Wezîrê Derve yê Iraqê, pehînek qerase avêt bin dûvê Amerîka û serokê wê Re?o. Ho?yar Zebarî, ji rojnama Îtalî Corrîere della re axivî û çend lotikên bê îman virde wêde avêtin derûdorê.

Zebarî lotika pê?în li Barack Obama Re?o xist û got:“Bi ?e? telaqên jinberdanê, li Iraqê valahîyek mezin çêbûye û bûye bênder û gasîna çeqel û keftaran. Ev sûcê Re?o ye. Ji ber ku Re?o newêrek û ziravqetandî ye, terka me kiriye û dewletên cîran jî wek gur û keftaran midaxaleyî siyaseta me dikin“ û lotikek li der qûna Re?o xist.

Xalê me Zebarî pi?tre lotikek bê dîn û bê îman li Tirkiye, Îran û Sûrîyê jî xist û çewal xist serê wan. Zebarî got:“Bi dîn û îman, ez bi serê Georg Bû?h kim, Amerîkî terka me dikin û diçin, lê keftarên mîna Tirk, Faris û Erebên Sûrîyê destê xwe dixin nav kar û barên me û naletê li 101 bavê xwe tînin. Ev hersê mexlûqatên qûnre? dixwazin aramîya me têk bibin û her keftarek ji wan dixwaze di Iraqê de bibe xwedî gotin“ û serê wan xist qûna bavê wan.

Xalê me Zebarî di dawîya lotika xwe de bala Amerîkîyan ki?and û got:“Law oxlim, kaka, heger hûn Afganistanê winda bikin, hûnê tenê welatekî winda bikin. Lê ku hûn Iraqê winda bikin, hûnê Rojhilata Navîn winda bikin hey bêaqiliono“ û da bin dûvê Amerîkîyan.

Ez serê we bê?înim, xalê me Zebarî pi?tî tirrê bi xwe û rew?a Iraqê dihise. Gava Serokwezîr Ellawî û Malikî digotin „bela Amerîkî ji welatê me bicehimin“ xalê me Zebarî dengê xwe nedikir û nedikir hawar û qîrîn. Lê pi?tî niha dîtiye ku bi çûna Amerîkîyan wê rew?a Kurdistanê têkeve xeterê, nuh hi?ê wî tê serê wî.

Birastî gelo Kurdekan pi?tî çûna Amerîkîyan çi garantî bi dest xistine kesek zane?

Ez bi xwe nizanim, heçê zanibe bela ji kerema xwe bêje…

Hewlêr

Categories
Kadîn
One Comment
  • kurdewar
    20 August 2010 at 11:10

    Yezdan kesî bêkes neke, di nav herêma hov de dareki Kurd pi?ta we bidinê tune. Ecem,Tirk û Erebên hov wê kengê bibin mirov nizanim. Kurd jî wek kerî yê pezê tî?î tî?î ye mixabin. De bi domînin bila gurên har we bixwîn lo…

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...