ÇEND ROJ REMEZAN MANE

Bahlûl alimek mezin ji yên Kurd ê  Hewreman e. Ji ber ku wî dixwest di bin sîbera ?îatîyê de ola Zerdû?tîyê ji nû ve vejîne, Harûn Re?ît ê xelîfê Ereban yê Ebasî ew ti?t bihîst û fermana girtina wî da ku wî bikujin. Ji ber hindê, Bahlûl xwe li dînîtî danî û carnan wek dînan û carnan jî wek aliman tev digeriya.

 Ji ber ku xwe bi dînîtî danî û her kes jî bi dînîtîya wî bawer bûn, Harun Re?îd ê zalim ew efû kir û li cem xwe hi?t. Têkilîyên wan wisa pê?te çûn ku êdî herkesî Harûn û Bahlûl bra dizanîn û digotin Bahlûl brayê Harun yê biçûk e. Niha jî di wê bawerîyê de nin û dema behsa Bahlûl tê kirin dibên “ Bahlûlê brayê Harun Re?ît wiha kir û wiha got”Lê rastîya wê Bahlûl Kurd e û Kurdê Hewreman e. Harun Re?ît jî Ereb e û Ebasî ye.

Gelek pêkenokên Bahlûl hatîne dizîn, Ereb, Tirkan û farisan ji bo pêkenokvanên xwe kirine mal û xezîneya çanda xwe pê dewlemed kirine. Yek ji wan  pêkenokan ku Tirkan ji bo Mele Nesredîn ê xwe kirine mal ev e.

 Bahlûl ji bo meha rojîyê dîskek/cer datîne cîhekî û 30 keviran dike nav û her roj pi?tî fitarê kevirekî jê derdixe da ku bizanibe çend roj remezan mane. Dema Harûn Re?ît an jî camêrek din jê dipirsî “ çend roj remezan mane?”  wî digot: “Ka ez biçim mal û bêm ezê ji we re bêjim çendroj mane”.

Bahlûl diçu kevirên di nava dîskê de dihejmartin û ji wan re digot hinde roj mane .

Rojekê ku Bahlûl kevir ji dîskê derdixe, kurê wî dibîne û ji bo muqelîtî herdu lepên xwe tije kevir dike û tavêje diska bavê xwe. Di heman rojê de hinek ji Bahlûl dipirsin ka çend roj ji rojîyê mane?

Bahlûl dibê: ”Ka ez berê biçim mal û bêm ezê ji we re bêjim çend roj man e”.

Bahlûl diçe mal kevirên nava dîskê dihejmêre tam 120 kevir di dîskê de nin. Tê cem wan mirovan û ji wan re dibê: “45 roj mane”.

Dibe pîqêna wan, dikenin û dibên:” Malava Bahlûl, ma ne remezan hemî 30 roj in, vêcar 45 roj ji kur derketin?”

Baklûl:” Kuro ne min ji bo we kêm gotin, li gor hisabê keviran 120 roj bûn”.

 Îcar çanda Kurd bûye malê dizîyê. Tirk, Ereb û Ecem li vî malê bêxwedî xwedî derdikevin û xezîna xwe dadigrin, bi xêra çanda Kurdî ji xwe re sermayê çêdikin.

Û Kurdên me?

Kurdên me jî qîmetê pîvazekê bi vê çanda dewlemend nadin û tew bi ser de jî ji dijminên xwe re dikin mal.

Îcar ma ev bû!?

About The Author