Olperestên nermik, Gandî yê naylonî

Ev Olperestên nermik, statuqoparêzên serhi?k TV’ya min a 55 ekran dagir kirine. Êdî gotina “erê” û “na” li ber çavê min re? bûne. GANDÎ’yên naylonî, Mislamanên durû li qadan lotikên çargavî davêjin. Kurdên me yên dilkor jî li van hespên rewan siwar dibin û nizanin zîtoka hespê xedar e.

      Yaw gelo ev bala lotikçiyan nak?îne babam?

Dema hilbijartinê; pirsgirêka Kurd dibe ya Tayîp, beriya referandûmê Apê mûsa, ?ivan Perwer, Ehmedê Xanî, Ehmed Kaya dibe nirxên Tayîp, dema ku hilbijartin diqede çi dibe? Ka ez ji we re çarînekê binivîsim.

Dema hilbijartinan zar?êrîn e

Bi gotinên wî Kurdistan hêlîn e

Lê hilbijartin diqede çi dibe?

Kurd Tirk e,  PKK xayin e

Ku em xura la?ê xwe bi destê xwe nexurînin dilê me rehet nabe. Divê em bi lotikên van bibavan( bavê wan feytûlah e) nexapin.

Birêz Adil Dûran gotiye bi guherîna xalên  makzagonê re, rê li ber Kurdan vedibe.

Li gorî min ev dîtin çewt e. Di nav 25 xalan de misqalek maf ji bo me Kurdan tuneye. Ne me digot kûçik go?tê kûçikan naxwe. Ha dadgeha Qero ha dadgeha ?epal çi ferq heye? Ha 11 heb kûçikan te ku?t ha jî 17 heban. Werhasil, dîsa jî ev lîstik e, bila haya we ji we hebe .

Polîtîka AKP ev e ; Parîyekî diavêje ber Kurdan, lê tevî vê deh pariyan dinixumîne.

Em ne ên pariyan e birêz Dûran. Nanê Kurdan li erdê kufikî dibe, Xwe bihejîne û ba? bibîne!

Ez dixwazim du gotinên di navbeyna min û kaloyekî de  derbas bûne bi we re par bikim

Kalo: Xwarzê, ev meseleya sindoqan çî ye ? Ez cahil im, dixwazim fêm bikim.

Ez: Ha?a, ên cahil bila bi qurbana te bin.

Kalo: Zarokên min dibêjin neçe ser sindoqê, lê sedem çiye, referandûm çiye ji min re nabêjin.

Ez: Xalo, li gorî xwe ez ji te re bibim bersiv.

Kalo: Kerem ke.

Ez: Ferz bike xaniyakî me heye lê belê xerabe ye, bi pîneyekê em dikarin 5 salên din jî lê rûnin.  Lê em dikarin li gorî derfetên xwe ji asas de xera bikin heta ku emrê me hebe em lê bijîn.

Kalo: Erê rast e, xaniyê xerabe jî sar e, seqem e. Ka wer ser meseleya me !

Ez: Erê xalo!  AKP dibêje bila ev xanî pîne bibe. Lê mixabin dîsa wê mirina ciwanan pêk bê , CHP û MHP dibêjin bila xirbe bimîne dîsa jî neguhere, BDP jî dibêje bila ji asas de bê xerakirin û ji nû ve bê avakirin. Bila êdî zarokên me nemirin.

Kalo: Waaaaaaa, naxwe mesele ev e? Wey nahlet li sindoqê bê, ez di sindoqê de birrîm erê welle û hew!

Min bi xwe ya xwe got gelî xwendevanan. Îcar hûn jî wek Kalo di sindoqê de dirrîn yan dimîzin hûn zanin.  

Kurdistan

About The Author