Aha ji we re edalet!

Hinek ji van misilmanên sexte dînê îslamê herimandine. Dînên ku di bingeha xwe de ji bo a?tî û ba?îyê çêbûne, ji alî kesên menfeetperest û durû ve tên alozkirin û ji qalibên xwe tên derxistin. Bi taybet di vî warî de gellek insanên ku bi navê îslamê lotikan davêjin, dînê îslamê li gora berjewendîyên xwe bi kar tînin û îslamê li ber çavê gellek mirovan re? dikin, dikin wek tenîya binê bero?ê.

De binerin bê li welatên mîna Endonezya, Îran, Siûdî Erebistanê çi edaletek hovane heye.

Meselen Endonezya.

Li Endonezya ku piranîya nifûsa wê misilman in û li gora ?erîetek pir hi?k lotikan davêjin, çima ku xanim Murnî Amrîs (27) û Rukîah Abdullah (22) di meha remezanê de  birinc firotine, raserî ê?kenceya dîndaran hatine û bi qamçîyan hatine cezakirin.

Ê law ma go di meha remezanê de birinc firotibin, îcar dinya xera bû ha? Ma bela rebenan ji birçîna bimrin? Yaw belkî rebenan bê pere mabûn babam, ma bela pars kiribana û bibûna parsek?

Ev çi edaletek hovane ye ya rebbî!

Çima tu kevir û teht û zinaran bi ser van sofî, mela û ?êxên ku îslamê ne li gora rê û rêbaza te dime?înin nabarînî ya xweda!?

Werhasilî kelam, ?ikir ji xwedê re ku ez ne li welatekî mîna Endonezya, Îran û Siûdî Kerebistan dijîm law. Bi ellawekîl ez her roj di meha remezanê de birinc û savarê difro?im. Çima hûn nabên wê darek xistibana min gava ez bihatama girtin kuro!

Dubaî

About The Author