DUAYÊN DÎNO

Navê wî yê rastî ?abedîn bû, lê bi kurtî jê re digotin” ?abo”.

?abo jî wek her xortekî di xortanîya xwe de bibû ?ore?ger û di zanebûna xwe de jî gelek jîr bû. Ew jî wek herkesî tê girtin û di bin ê?kencan de derbas dikin.

Di dema lêdanan de guhên wî giran/kehr dibin. Dema ji girtîgehê tê berdan jî dîn dibe (an jî xwe li dînîtî datîne).  Nimêj û duayên wî pir ecêb bûn. Carnan rikeetek nimêj dikir, carnan sed rikeet, lê duayên wî pir ecêbtir bûn. Ji ber ku guhên wî giranbûn, bi dengê bilind dua dikirin. Carnan digot ” Xwedêyo, tu filan keçikê bike qismetê min”, carnan digot ” Xwezî ez bi filan jinikê re raza bama”, carnan jî digot ” Tu belayê bide filan kîrquzdê ku pare ne dan min”. Lewre xelkê êdî jê re digotin “Dîno”.

 Îcar Dîno bibû benî?tê devê xelkê. Ku mizgeft belav dibû, xelkê li qehwan û civatan behsa duayên Dîno dikirin.

Rojek ji yên havînê, Dîno li zozanan li ser kanîyê destrêve dide û li ser selê selînê/selê nimêjê/kevirê nimêjê/ nimêjê dike. Du xort jî  wî dibînin û bi dizîka xwe nêzîkî wî dikin ku bizanibin wê çi duayan bike. Ku hînbûn jî wê biçin nav civatê û sohbeta wê duayê bikin.

Dîno nimêjê dike û dest bi duayan dike û bi dengek bilind dibêje “ Xwedêyo, tu min û Kurdan ji hersê ?eytanên ku navê te li xwe kirine biparêzî, Ebdullah, Fethullah û Hizbulllah. Tu topa xwe li mala wan xe. Wan em di nav xwe de par vekirin, em kirin dijminên hev.  Ji bo me ti?tek nehêlan, xortên me hemi dan ku?tin, agir xistin nav milet. Xwedêyo,  dengê min hat te! Tu avekê li vî agirî bikî û me ji bela Ebdulllah, Fethullah û Hizbulllahê biparêzî. Amîn, amîn, amîn”.

Aha duayên Dîno wilo bûn gelî xwendevanan.

Gelo kesên biaqil jî karin wek Dîno van duayên xwe? bikin gelo?

About The Author