Hilê wan li milê wan kirin

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, di derbarê serlêdana Rûman de biryara xwe da û dewleta Tirk bi 15 milyon euro ceza kir.

Wek tê zanîn, di dagîrkirina Kibrisê de Tirkan zilm û zordarîyek kesanedî anîbû serê Rûman, mal û milkên wan ji wan stendibûn, fermana wan rakiribûn. Rûmên ku wê demê raserî hovîtîya Tirkan hatibûn û mal û milkên xwe winda kiribûn, di salên 1990 î de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê dabûn û di derbarê Tirkiyê de doz vekiribûn, doza mal û milkên xwe li Tirkiyê dikirin.

Pi?tî salên dûdirêj, dadgehê biryara xwe ya di derbarê serlêdana 19 malbatên Rûm de da û lotikek qerase li Tirkiyê xist, ew mehkûmî 15 milyon euro kir.

15 milyon euro kuroooooooo!

Çi lotikek qerase ne?

Yaaaa, hûnê welatê xelkê dagîr bikin, mal û milkên wan ji wan bistînin ha!

Aha îcar bixwin ha oxlim, ma xelk wek Kurdan bêxwedî ne Tirrrrrrrkoooooooooooo!?

Strasbûrg

About The Author

3 thoughts on “Hilê wan li milê wan kirin

  1. „Yaaaa, hûnê welatê xelkê dagîr bikin, mal û milkên wan ji wan bistînin ha!“

    Rastî, dilê min jî hunik bû.. Oxxxx

  2. Xwedêyooo tu qebul nekî, wê cardin ji ta heya derzî yê biha bikin û ev pere jî wê bikeve stûyê me, wey min di kêlika bavê we nîyoooooo

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.