Ba?qan got „jêkin“ meqes danê

Serokê Kurdên sererd û binerd ba?qan Ocalan, di 1999an de bi komployek sererd û binerd ji Kenyayê anîn Tirkiyê. Ji wê rojê de Gurbet Tekîn û Fetttah Tekîn navê kurê xwe kirin „Zindan“ û porê wî nequsandin. Sûnd xwaribûn ku heta Ocalan azad nebe, porê kurê xwe Zindan nequsînin.

Porê Zindan 1.5 metro dirêj bû. Lê midurê dibistanê got „Êdî bes e lan“ û xwest ku porê Zindan bê qusandin. Ma dê û bav karin biryarek serbixwe bidin? Na.

Werhasil, dê û bav radibin xwe davêjin tor û bextê parêzerên ba?qan Ocalan û jê re mesela Zindan û porê wî dibêjin. Ba?qan Ocalan jî dibêje „Êdî bes e cîgerim, bela porê wî bidin ber meqesan“ û fermanê dide.

Pi?tî razîbûna Ocalan, Gurbet Tekîn û Fettah Tekîn kurê xwe dibin ser berber û porê wî didin qusandin, Zindanê xwe ji ê?kenca por xelas dikin.

Gurbet Tekîn ji malpera T24 re dibêje ku wan bi vê helwesta xwe girtina Ocalan protesto kiriye.

Halla hallaaaaaa û ya siphan alla!

Yaw ev ba?qanê me çi xwedî erk û keramet e babam! Heta bi qusandina porê zarokên me jî di destê wî de ye. Bi dîn û îman aferîn ji te re cîgerim!

Ma go malbatên me destûra qusandina porên zarokên xwe ji te bixwazin, wê ew rebenên li Çiyayê Qendîlê çawa bi serê xwe biryaran bidin kaka, wî!

Na na, ba?qanê me qenc û xwe? dike ellawekîl. Ma go Kurdên me heta bi îrada qusandina porên zarokên xwe jî têxin destê ba?qan Ocalan, çima wê ba?qanê me ya dilê xwe neke. Bi namûsa mêrê çê, ba?qanê me qenc û xwe? dike. Kurd misteheq in û hew….

Stenbol

Binerin

http://www.t24.com.tr/haberdetay/102687.aspx

About The Author

2 thoughts on “Ba?qan got „jêkin“ meqes danê

  1. bi xwe pûta di afrînin pa?ê jê re pûtperestîyê dikin yabo. Yezdan aqil feraset bide we

  2. Law ji sayin bashqan ra bêjin „Ruviyê Charjinikî char jinên din dixwaze u êdî naxwaze hertim bi heman tirshikê sebra xwe bîne“. Law ji bîr nekin u ji sayin bashqan ra bêjin „Ruviyê me yê shîr u shekir her weha heta dawiyê azadiya jinan diparêze“ u dibêje „bê jin ne mange tê dutin u ne jî shorba nîskê tê chêkirin dînime îmanime“. Haaa bashqan vê qebul dike yan jî nake, welle hun jî bash dizanin chiyê Mam Celal va, ne wilo? ;-).

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.