Em jî hevserokatîya Lotikxane Partîsî dixwazin

Simeîlê dîn di nav Kurdên me yê  binya xetê de bi nav u deng e. Erê Simeîl dîn bû, lê gotinên digotin yên Fîlozafan bûn.
Rojekê dêya wî bero?ek nîsk li êgir dike, nîsk dikelin, bero?ê ji ser êgir datîne, dibîne Simeîl tê. Dema Simeîl dibîne, hema bero?a nîskê dide alîkî u dibê:
– Ez bi qurbana te bim Simeîl tê nîska min nerijîne.


Simeîl deng nake, digihije ber bero?ê û heta jê tê pêhnekê li bero?ê dixe, bero? digindire û dirije, her libek nîskê bi alîkî ve diçe u dibê:
– Keçê xwedê ji te razî, ti?tê nayên bîra meriv jî tu tîne bîra meriv.


Wek mesela Simeîlê dîn, DTP jî ti?tên nakeve bala meriv tîne bîra meriv.
Pi?tî ku serokê ?aredarîya Amedê Osman Baydemir tiliya xwe di qula mozan rakir û di navbera wî û serokê sererd u binerd de genge?î çêbû, DTP hema biryar da û hevserokek pêve zeliqandin. Hafîze Îpek a ku berê cîhgira ?aredarîya Yenî?ehîrê bû, kirin hevseroka ?aredarîya Amedê û pêhnek qerase li Osmankê me xistin.
Pi?tî vê biryarê, hinek hi?ê me jî hat serê me.

Em bala xwe didinê, generalê me, serokê Demokratîk Lotikxane  Partîsî jî car caran bêyî me tilîya xwe di qulan radike. Bêyî bi me bi?êwire, leca li dar dixe, dims û mewîjên me li xelkê belav dike.

Ji îro pêve em jî wek onba?î û çawî?ên Demokratîk Lotikxane Partisi hevserokatîyê dixwazin babam.

De mala we ava gelî DTP yîyan ku we ev moda nuh kir nav Kurdan.
Lê ez heyrana serê we bim, ji kerema xwe hevserokekî/kê ji serokê me yê sererd û binerd re jî peyda bikin qurban.

De  hevseroka ?aredariya Diyarbekirê li Kurdan pîroz û bimbarek be rebbî.

About The Author