Aferîn Mele Selîm!

Kurd bi sedê salan e bi misilmanên sextekar yên wek Tirk, Ereb û Faris tên xapandin. Bi navê bratîya îslamê nîrên koletîyê xistine stuyê me Kurdan û pêl serê...

Kurd bi sedê salan e bi misilmanên sextekar yên wek Tirk, Ereb û Faris tên xapandin. Bi navê bratîya îslamê nîrên koletîyê xistine stuyê me Kurdan û pêl serê me û nirxên me yên pîroz dikin. Gava cîh li wan teng dibe, xwe davêjin tor û bextê Kurdan û dibin bi qurban û heyran. Lê ku Kurd doza mafê xwe û zimanê xwe dikin, dest bi lotikên bergîlkî dikin û dîsa çîrok û çîvanokên bratîya îslamê di guhên me de dibêjin, guhên me kerr dikin. Lê di rastîyê de wek marên re? bi Kurdan vedidin û dixwazin koka me biqelînin.

Aha ji we re nimûneya herî piçûk.

Li navçeya Silopiyê Mele Selim Sadak ev 7 sal in  di mizgeftan de weazên bi Kurdî dide. Sadak, herî dawî ji karê xwe yê li Mizgefta El-Aksa ji alîyê miftîyê bajêr ve bi hinceta „Xudbeyan bi Kurdî dixwîne“ ji kar hat derxistin û lotikek  ji „bratîya îslamî“ xwar.

Hûn bratîya Tirkan a îslamî dibînin ne?

Çima ku meleyê me bi Kurdî xutbeyan dixwîne, wî ji kar davêjin, birçî û ?erpeze dikin.

Hey min kîrê Mele Selîm di gora 101 bavê we kirino, ka bratîya we, ka bratîya îslamê ha? Law di kîjan quran û ayetê de hatiye gotin ku „zimanê Kurdî heram e“ ewladim?

Van dolheraman vê roja xêrê dîsa ez kufir kirim yaw!

Lê Mele Selîmê me jî qeraseyekî zilaman e haaaaa, bi dîn û îman hesabê miftîyên dewletê bi xirrê xwe nake.

Çi dibêje Mele Selîmê gunikre??

Dibêje:

„Bi ?e? telaqên jinberdanê, ezê heta dawîya emrê xwe jî bi Kurdî xutbeyan bixwînim. Kuro ma serê bênamûs diçe gorê bavê min, wî“ û daye bin dûvê „brayên me yên sextekar “.

Ez serê we neê?înim, divê her meleyê Kurd, her meleyê bi namûs û xîret wek Mele Selîm bi Kurdî xutban bidin, bi Kurdî weazên xwe bikin û ji Kurdan re bibin rêber, Kurdên misilman di nav lepên gur û seg, çeqel û keftaran de nehêlin û hûn sax…

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Wezîr Assanî
    29 Dezember 2010 at 05:59

    Piiiiiiii gele min e piroz!!
    zimanê erebi heram e!
    zimanê kurdi piroz e!
    quran û ayetên ereba heram in!

  • selhê
    3 Januar 2011 at 00:41

    “Hey min kîrê Mele Selîm di gora 101 bavê we kirino, ka bratîya we, ka bratîya îslamê ha? Law di kîjan quran û ayetê de hatiye gotin ku „zimanê Kurdî heram e“ ewladim?“

    😀

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...