Li komeleyên Ewropayê çima zimanê Tirkî serdest e?

Ji ber girîngîya naveroka wê, em vê nivîsê wek wê, bêyî ku destê xwe bidinê diwe?înin. Spas ji bo ku Azad ev nivîsa hêja nivîsandiye. 

Wellehî bi rastî ez jî nizanim gelo bo çi hemû komeleyên Kurd ê li Ewropayê bi zimanê xwe napeyivin .

Ev rew? merivan gelek xemgîn dike; dilê merivan pê dihê?îne û birîndar dike.

Hûn bixwazin ez mînakekê bidime we:

Li welatê Fransayê li bajarê Bordoyê (Bordeaux) Komeleya dostanîya firansî û Kurda (Association Franco-Kurde) bi piranî ji bo ku nebêjim bi temamî zimanê Tirkî tê axaftin.

Gelek caran ez dixwazim biçim komeleyeke Kurd da ku dilê xwe hinek germ bikim; ji ber ku em li welatê xerîbîyê dijîn û pêwistiya me pir bi ziman, çand û huner me heye!

Ez rabûm ji mala xwe derketim û min berê xwe da komela Kurda, dema ez gihî?tim ber derîyê komelê, ez du sê caran fikirîm û min bi xwe ji xwe re got, gelo ev der ne komela Kurda ye ! gelo min rêya xwe ?a? kir ! Ji ber ku zimanê Tirkî diket guhê min, te digot qey ez hatime komeleya Tirka! Min hêdîka deriyê komeleyê girt û pa? histûyê xwe xwirand û bi dilek sar, xemgîn û birîndar berê xwe da mala xwe.

Li hemû civîn, me? û mîtîng, ?ad û ?ahî, konsêrt û ahengan zimanê Tirkî li pê? e!

Wisa tê xuyakirin ku ew heta sosa Tirkî li nav nexin dilê wan rihet nabe !

Ma hûn ewqas jî hez ji zimanê Tirkî dikin heyran?

Ma qey nayê bîra we ku tim û tim bi vî zimanî zilm û zordestî li we hatiye kirin û hê jî didome !

Mixabin wisa xuya ye ku zimanê Tirkî xwe berdaye nav xwîna gelê Kurd.

Jixwe hema bêjin gelek berpirsyarên komelên Kurdan ti kar û xebatek ji bo zimanê Kurdî nakin! Ê ku dikin jî pir kêm in û bi dil û can kar û xebatek xurt nakin di warê zimanê zikmakî de gelek zeyîf in.

Wexta ez ji wan pirs dikim û dibêjim „gelo hûn bo çi zimanê Tirkî bi kar tînin û zimanê xwe yê pîroz naaxivin? ma ne ?erm e“

Bersiveke wisa didine min : “Em zimanê Tirkî dipeyîvin ji ber ku kesên bi Kurdî fêm nakin hene, ji ber vê yekê em jî mevbûr in bi Tirkî biaxifin.”

Ji ber ku ji sedî du an sê kes ji zimanê Kurdî fêm nakin ew bi Tirkî diaxivin.

Heyran ma hûn û Xwedê, ti?tek wisa dibe ku meriv ji sedî nod û heft kesî bixin qurbana wan sedî du an sê kesan! Bi rastî hi? û aqilê min van ti?tan nabire û têl û qavloyên serê min nav hevûdu dixîne û hemû tevlîhev dike û min matmayî û ecêbmayî dihêle.

Gelo doza me çi ye ?! Gelo ev 30 sal in bo çi Kurd ?erê çekdarî dike ?! Gelo bo çi bi hezaran ciwan, zarok, jin û mêrên Kurda hatine ku?tin û bi hezaran di girtîgeh û zîndana rizîyane ?!
Ma gelo ev ne ji bo zimanê me ye ?!
Ma gelo ji kêfa xwe re ev yek kirine ?!
Hewceye ku em gelek van pirsyaran ji xwe bikin û li ser kûr û dûr bifikirin.

Divê êdî ti Kurdek ji zimanê Tirkî re xizmetê neke !

Divê em êdî fedî bikin, êdî bessssssss eeeeeeeeeee !

Lazim e ku êdî em hez ji zimanê xwe bikin û vî zimanê xwe yê pîroz û dewlemend bidin ser ser û çavê xwe.

Ez hêvî ji hemû gelê Kurd dikim bila li zimanê xwe xwedî derkevin, li malên xwe bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî biaxivin.
– Ziman nasnameya me ye !
– Ziman hebûna me ye !
– Ziman bedena me ye !
– Ziman rihê me ye !

Xwedî li nasname, hebûn, beden û rihê xwe derkevin !

www.nukurd.com

About The Author